Xelkê Serêkaniyê û Zirganê bi şîara “Bi ruhê berxwedana Kobanê em ê Efirînê rizgar bikin” êrişên dewleta Tirk ên li dijî Kobanê û Girê Spî, û dagirkeriya li Efrînê protesto kir.

Di xwepêşandanê de li ser navê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) daxuyanî hate dayîn. Aliyê endamê PYD`ê Tevger Elî daxuyanî xwend û got, ”Îro roja Kobanê ya cihanê ye. Di vê rojê de hemû cihan li berxwedana Kobanê xwedî derket. Gelê Kobanê û şervanên YPG/YPJ´ê di berxwedanê de ku li hember DAIŞ’ê bi pêş xistin, ji hemû cihanê re dan xuyakirin ku ti kes nikarê îradeya gelê Rojava û Bakurê Suriyê bişikîne.” Mîtîng bi dirûşma “Bijî berxedana Kobanê” bi dawî bû.

 

ANHA/SERÊKANIYÊ