Dema mirov bi ser meseleyekê de biçe, pêşî divê meseleyê rast û bi rêbazeke zanistî analîz bike, ya din jî bi awa û usûleke maqûl çareser bike yan jî rêyên wê yên çareseriyê bibîne. Li cem me Kurdan di warê civaknasiyê de pirsgirêkên giran hene. Ji ber ku Kurdistan hatiye dagirkirin û mêhtingeh e, di heman demê de ev tê wê maneyê mejiyê Kurdan jî para xwe ji dagirkerî û mêhtingeriyê girtiye. Hingê rewşa Kurdan jî dibe mîna mala çil sermiyanê wê hene. Ji her seriyekî dengek derdikeve. Seriyên ku yên xwe bin kêm in. Para bêhtir di bin bandora dagirkerî û mêhtingeriyê de ne. Li vir tişta were kirin ew e, di vê rewşa dagirkerî û mêhtingeriyê tevlîhevkirî de tehlîleke rast û durist a rewşê were kirin. Di gava duyemîn de ya girîng ew e, pêşeng bi hostatî; hûrûkûr û bi rêbazên maqûl bi meseleyê dakevin. Hewldanên di wan de çareserî tinebe ravekirina wan pûç e, û wê tenê weke bahane bêne dîtin.

   

Li Kurdistanê dagirker û mêhtinger bi armanca qirkirinê tevdigerin. Ji lewra destnîşankirineke rast a rewşê û çareseriyeke heq bi awayekî mutleq nabin. Ji bo vê jî divê şert û merc li ber çavan were girtin, naxwe şensê serketinê zehmet e. Mejiyekî bûbe yê xwe û bi destê xwe be; dikare di nava her şert û mercî de manewra bike û taliya talî xwe bigihîne çareseriyê.

Dema mirov bi karekî rabû divê armanca xwe serketin be. Naxwe dibe hewldaneke pûç û armanc nediyar; dibe weke mijara “etehiyato çawa lê hato”. Ji yên wisa re bi şert û mercên hundir û derve li hev bê, ya xwe weke rastiyeke mutleq ferz dikin û tehlûke heye wê weke sûretekî teqez rast li ser civakê ferz bikin. Ev dibin ezberên bi salan pêş çavên civakan tarî bikin û wan ber bi korxetan ve biajon.

Ji bo gelê Kurd û ne tenê Kurd ji bo Kurdistaniyan yekîtî qenc e, û bi xêr e. Lê guftûgo û danûstendin; awa û usûlên heta niha li ser vê mijarê temenê xwe temam kirin û pêdivî bi qonaxeke nû xuya dike. Diyar e ku bi awayê heyî dewam bike, wê Kurdistanî ji daxwaza yekîtiyê bikerixin ango berevajî xêrê bandoreke nebixêr bike.

Bi bîr û baweriya min, divê em di warê yekîtiyê de ezberên xwe xira bikin. Li gorî şert û mercên heyî, qala yekîtiyê bikin. Beriya her tiştî têgihiştina yekîtiyê pêwîst e ku di warê bîrewerî û ronakbîriyê de li nava xelkê bi cih bibe. Li ser fikir û hizrên di nava gel de bêne stran, ji jêr ve di nava gel de hîmên yekîtiyê bê danîn. Di vî warî de sazî û desgehên hûr û gir giş dikarin bi rola xwe rabin. Kengî ev hemû pêk hatin, hingê partiyên Kurdan ên bi rola dewletdariyê radibin wê rêzik û pîvanên xwe yên yekîtiyê xweş bibînin û di danûstendinên xwe de li gorî vê rastiyê neçar bimeşin.

Di vê çarçoveyê de hewldana hunermendên Kurdistanî ya demên dawî hêja ye. Belkî jî divê sazî û desgehên din ên Kurdan bi heman awayî hewl bidin yekîtiya xwe bi gewde bikin. Mîna mûrehkên dareke mezin bi vî awayî karibin qurmê darê xurt bikin û bihêlin ku qurmê darê şax û guliyên xurt vede.

Bêguman Kurd û Kurdistanî civakeke yekreng û yekdeng nînin; gelek reng û dengê xwe hene. Li vir a hewce dike ew e, reng û dengên cihê li hebûna hev xweş binêrin; ji sînorên hev ên hebûnê re bi rêz û hurmet bin. Kengî welê bû, hingê Kurd û Kurdistaniyê xweş bi hev re bibin û navê vê bihevrebûnê yekîtî be. Yên ji hev cihê, kengî berjewendiyên xwe di asta jor û jêr de bi hev re û li cem hev dîtin, hingê pêdiviya wan a bi hev re xurt dibe û ev jî derî li yekîtiyê vedike. Ji bo vê jî em dikarin qala xeyal û daxwaza hevpar a welatekî azad û serbixwe bikin ku ew jî Kurdistan e.