Namzetê HDP'ê yê ji bo Hevşaredariya Hezexê, Murat Şen got, "Tifaqa me bi gel re temam e, em ê bi ser kevin'.

Murat Şen ku ji malbateke koçer e, sala 1978'an ji dayik dibe, heta 1992'yan bi koçerî jiyana xwe didomînin, lê piştî 1992'yan piştî ku çûna zozanan tê qedexekirin, jiyana wan a koçerî diqede û li Hezexê dimînin. Şen, weke gelek ciwanên Kurd ku berê xwe didin bajarên Tirkan, bi karkerî, heta 2011'an diçû bajarên Tirkan û dixebitî. Ji 2011'an û vir ve, êdî bi temamî li Hezexê dimîne.

Şen dema berxwedana xwerêberiyê rêvebertî kiriye. Li ser hovîtiya dewleta Tirk a li Hezexê, Şen dibêje, ew ê tim di bîra wan de bimîne û ti caran ji bîr nekin.

 

ANF / ŞIRNEX