Wezîrê Karên Derve yê Elman, Maas bi Erdogan re doh rûnişt. Balkêş bû ku di dema hevdîtinê de ala Elman nehate danîn.  Ji sala 2015’an û vir ve rayedarekî dewleta Elman roja Çarşemê çû qesra Erdogan. Di demekê de ku beriya hilbijartina 1’ê Mijdara 2015’an desthilatdariya AKP’ê qels bû, Serokwezîr Angela Merkel li ser kursiyên li qesra Erdogan rûnişt û hewl da rejîma Erdogan rizgar bike. Niha jî dor hatiye ser siyasetvanekî sosyal demokrat, Wezîrê Karên Derve, Heiko Maas.

Maas di dema wezîrtiya xwe ya edaletê de gelek caran rexneyên tund li rejîma Enqereyê kirin, nasnameya xwe ya hiqûqnasiyê ji bîr kir û bi Erdogan û rayedarên din ên Tirk re wêneyên samîmî girtin. Nebûna ala Elmanyayê jî weke siyaseta nû ya rejîma Enqereyê ya li dijî Berlînê hate şîrovekirin.

Dîsa tepisandina Kurdan

Di hevdîtina rayedarên dewletên Tirk û Elman de mafên Kurdan bûn armanca êrişên hevpar. Dema ku balafira Maas tê de bû gihîşt warê hewayî yê Tirkiyeyê, hate ragihandin ku rayedarên Elman û dadgeriya wê destûr nedaye Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî ya li Dinslakenê. Tê gotin ku bi biryara kêfî ya şaredariya Dinslakenê re Maas di danûstandinên xwe yên li Enqereyê de dibêje, “Binerin me destûr nedan festîvala çandê ya Kurdan”. Bi vî rengî destê xwe xurt bike.

Hasil, Erdogan ji Maas dixwaze ‘bêhtir’ tehde û zextê li Kurdan bike. Tê gotin ku beriya serdana Erdogan a 28-29’ê Îlonê ya li Berlînê, zexta li dijî Kurdan zêdetir bibe.

Elmanên li Tirkiyeyê girtî

Mijareke din ku di hevdîtinên Maas de hate rojevê, rewşa welatiyên Elman e ku ji ber sûcên siyasî li girtîgehên Tirkiyeyê mîna rehîneyan di destê rejîma Erdogan de ne. Ji gotinên Maas ên li Enqereyê tê fêhmkirin ku di vê mijarê de pêşketin heye. Maas got, “Em li ser rewşa welatiyên Elman ên li girtîgehê axivîn. Me got, ji niha û pê ve jî em ê têkiliyê bidomînin.”

Hikûmeta Merkel ku di siyaseta navxweyî de tengav bûye û ji ber penaberan bûye hedefa nîjadperestan, vê demê fikara xwe ya herî mezin ew e ku pêşî li pêla nû ya koçberan bigire. Jixwe, beriya destpêkirina operasyona Idlibê, rejîma Erdogan ji niha ve penaberên ji Îdlibê bên weke şantajê bi kar tîne. Wezîrê Karên Derve yê Elmanyayê Maas diyar kir ku ew rewşa li herêmê bi fikar dişopînin û mesajên mîna yên hikûmeta Tirk dan.

 

BERLÎN/ENQERE