Di sala 1983’yan de peymanek ji 9 xalan di navbera PKK û PDK´ê de ji bo bihevrekarkirinê hate îmzekirin. Di nava sê salên lihevkirinê de gelek armancên girîng ji bo herdu aliyan û xebata rizgarîxwaz a gelê Kurd çûn serî.

DANA OMER / ROJNEWS

Piştî avabûna partiyên siyasî li Kurdistanê herçendî ku nakokî û şer di navbera partiyan de rûda be jî, gelek hewildan ji bo pêkanîna yekîtiya neteweyî hatine kirin, hinek ji van hewildanan encam û armancên mezin bi xwe re anîne.  Di qonaxên cuda de partî û aliyên siyasî yên herçar parçên Kurdistanê hem li nava parçeya ku lê dimînin hem jî li gel parçeyên din ên Kurdistanê hewil dane ji bo avakirina hevgirtin û yekîtiya neteweyî. Niha rewşa Rojhilata Navîn û Kurdistanê di nava alozî û guhertinan de derbaz dibe. Hem êrişek berfireh a dewletên dagirker li ser Kurdistanê hene, hem jî derfet ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd heye. Lê, nebûna yekîtiya di nava gelê Kurd û ji hev dûrbûna aliyên siyasî yên Kurdistanî, bûye sedem ku gelê Kurd ji bo gihiştina armancên xwe zehmetiyan bibîne.

Em ê di vê dosyayê de behsa wan hewildanên ji bo avakirina yekîtiya neteweyî bikin û behsa wan astengî û sedeman jî bikin ku kirine yekîtiya neteweyî pêk neyê.

Destpêkên hewildanên ji bo yekîtiyê

Di sala 1980’an partiyên  Başûrê Kurdistanê du eniyên ji hev cuda avakirin, yek bi navê Eniya Nîştimaniya Demokratîk a din jî bi navê Eniya Nîştimanî û Neteweya Demokrat bûn. Ev herdu enî, esas ji bo pêkanîna yekîtiya nava aliyên Kurdî de hate avakirin. Lê piştre şerekî navxweyî û dijwar di nava aliyên Kurdî de derket û di van şeran de gelek pêşmergeyên jêhatî şehîd bûn.

Di sala 1983’yan de peymanek ji 9 xalan pêk dihat, di navbera Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) û Partiya Demokrata Kurdistana Iraqê (PDK) de ji bo bihevrekarkirinê hate îmzekirin. Vê lihevkirinê heta 1986’an dewam kir. Di nava sê salên lihevkirinê de gelek armancên girîng ji bo herdu aliyan û xebata rizgarîxwaz a gelê Kurd çûn serî. Herdu aliyan bi hev re gelek caran şerê dijminê gelê Kurd kir. Di sala 1986’an de ev peyman ji aliyê PDK’ê ve yekalî hate hilweşandin.

Bêtifaqî binketin, tifaqê serketin anî

Di sala 1989’an de di navbera partiyên Başûrê Kurdistanê de Eniya Kurdistanî hate avakirin. Armanca vê eniyê ew bû ku bibe eniyek ji bo herçar parçeyên Kurdistanê. Di dema raperîna sala 1991’ê a gelê Başûrê Kurdistan li dijî rejima Baesê de, Eniya Kurdistanî bû sedem ku îradeyeke bi hêz li beramberî rejima Baesê bê nîşandan. Her wiha bû sedem ku Neteweyên Yekbûyî bi hewara Kurdan were û ji bo parastina Başûrê Kurdistanê, xeta li dijî firîna balafiran diyar kir.

Eniya Kurdistanî di sala 1994’an de ji ber derketina şerê navxweyî yê di navbera YNK’ê û PDK’ê de hilweşiya. Piştî vê hilweşîna di navbera herdu aliyên Kurdistanî yên Başûrê Kurdistanê de, hem rejima Baas karî carek din were Herêma Kurdistanê û parlamentoya Herêma Kurdistanê dagîr bike, hem jî bû sedem ku Îran û Tirkiye baregehên xwe yên leşkerî li ser xaka Başûrê Kurdistanê ava bikin.

Di sala 1994’an de piştî gelek hewildanên alî û rêxistinên Kurdan li sala 1995’an li derveyî welat Parlamena Kurdistanê hate avakirin. Di vê parlamentoyê de nûnerên tevayî partiyên Kurdistanî cih digirtin. Vê parlamentoyê ji bo nêzîkirina aliyên Kurdî û pêkanîna karên hevbeş heya sala 1999’an karê xwe dewam kir.

Xebatên KNK’ê ji bo yetîtiya neteweyî

Sala 1999’an navê Parlamena Kurdistanê ya Derveyî Welat hate guhertin û bû Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) û heya niha jî bi vî navî karê xwe dewam dike.

KNK’ê gelek hewildan kirine ji bo ku yekitiya neteweyî di navbera herçar parçeyên Kurdistanê de were bihêzkirin. Ji bo wê, hem li gel aliyên her çar parçên Kurdistanê hem jî li gel rêxistin û rewşenbîrên Kurd hertim di nava hewildanan de ye û gelek konferans, kongre û civîn li dar xistine.

Yekem civîna yekitiya neteweyî Cotmeha sala 2011’an li ser rewşa Kurdistanê li paytexta Belçikayê Brukselê hate lidarxistin. Tê de nûnerên partî û rêxistinên Kurdistanî hebûn.

Li ser daxwaza Rêber Abdullah Ocalan sala 2013’an civînek berfireh li Hewlêrê hate lidadarxistin. Di vê civînê de jî pirraniya partiyên Kurdistanî amade bûn.