Hêzên YPG’ê bajarokê Til Hemîs ê ku dikeve başûr-rojhilatê bajarê Qamişlo ku wekî cihekî sitratîjîk û navenda çeteyên DAIŞ’ê tê naskirin, di 6. roja operasyona dabûn despêkirin de rizgar kirin. Her wiha 94 gundên derdora wê jî ji çeteyan hatin paqijkirin.

Têkildarî agahiyên derbarê operasyona li herêma Til Hemis de Navenda Ragihandin a YPG’ê jî daxuyanî da. YPG’ê di daxuyaniya xwe de ev detay bi raya giştî re parve kirin: “ Operasyona ku ji bo be teref kirina rêxistina teror a DAIŞ‘ê li kantona Cizîrê hatibû destpêkirin di roja 6. de bi awayekî serkeftî didome. Doh danê sibê hêzên me ketin Til Hemîs a ku ji 3 aliyan ve dorpêçkirîbû.

Hêzên me şevê din gundên Mesediye, Saîdiya Kurdan û Saîdiya Ereban ên eniya Bakur û vê şevaqê jî gundê Teqteq rizgarkirin. Li vê herêmê tevî termên 9 çeteyan, mînîbûsek, 6 kleşnîkof, 2 BKC, roketavêjek B7, 15 mayîn û gelek cebilxane hatin desteserkirin.  Doh serê sibehê hêzên me li eniya Başûr a Til Hemîsê êrişek berfireh kirin û ketin nava bajarok. Şervanên me di demeke kin de riya di navbera eniya Başûr û Rojava de ku bajêr qut dike xistin bin kontrolê û bi vî awayî tevahiya Til Hemîsê rizgarkirin.”


Çeteyan darbeyê giran xwarin

Operasyona rizgarkirina bajarê Til Hemîs doh di saat 10:00’an ji aliyên şervanên YPG û YPJ’ê ve hate destpêkirin. Di encama vê operasyonê de şervanan di saetên piştî nîvroj de bajarok bi temamî ji çeteyên DAIŞ’ê rizgarkirin.

Piştî destpêkirina operasyona vê sibehê, şervanên YPG û YPJ’ê ji aliyê başûrê ve ketin bajarokê Til Hemîsê û dest bi paqijkirina bajarok ji çeteyan kirin.

Di operasyona ku YPG’ê di şeva 21’ê sibata 2015’an li ser daxwaziya welatiyên herêmê da destpêkirin. Di encama vê operasyonê de bajarokê Til Hemîs û 94 gundên derdora wê ji çeteyan hatin rizgarkirin. Her wiha di vê operasyonê de 211 çete jî hatin kuştin.


Hêzên Suryanî jî beşdar bûn

Hêzên ku bi YPG’ê re cihê xwe di operasyona rizgarkirina bajarokê Til Hemîs  de girtin hêzên El-Senadîd, Meclîsa Leşkeriya Suryanî û Hêzên Asayîşê bûn. Her wiha Hêzên Pêşmergan ji aliyê sînorê bi Îraqê re cihê çeteyên DAIŞ’ê topbaran dikirin û balafirên koalîsyona navnetewî jî cihên çeteyan bombebaran dikirin.

Hêzên YPG û YPJ’ê li ser banga welatiyên herêmê ku ji wan xwastin ku wan ji kiryarên çeteyên DAIŞ’ê xelas bikin, operasyona rizgarkirina bajarokê Til Hemîs dan destpêkirin.


Pîrozbahiyan dest pê kir

Piştî ku nûçeya rizgarkirina bajarokê Til Hemîs hate belavkirin, welatiyên Qamişlo dest bi lidarxistina pîrozbahiyan kirin.

Bi hezaran welatiyên bajarê Qamişlo piştî ku nûçeya rizgakirina bajarokê Til Hemîs bihhîstin, daketin kolanan û bi tilîlî û diruşmeyên’Bijî berxwedana YPG/YPJ’ê’ kawanek ji şervanên YPG/YPJ’ê yên ku piştî rizgarkirina bajarok ji Operasyonê vedigeriyan, pêşwazî kirin.  


Li Kobanê bi dehan çete hatin kuştin

YPG’ê derbarê operasyona paqijkirina Kantona Kobanê ya doh di roja 165. de bû de jî ragihand ku rizgarkirina gundan didome û darbeyên giran li komên çete dixin. 

YPG’ê têkildarî şerê li eniya Kobanê de ev agahî dan: “Berxwedana Kobanê ku gihiştiye asta serkeftinê ket roja 165’emîn. Di navbera hêzên me û çeteyên DAIŞ’ê de şerê dijwar rû da. Di şerê li gundên Bexdik, Eydanê, û girê Derfilît de şer giran bû çete derbên giran xwarin. Li van herêman êrişên bi çekên giran ên çeteyan hatin şikandin. Di şerê li gundê Bexdik û Eydanê de 67 kuştiyên çeteyan hatin tespîtkirin û termê 20 ji wan di destê hêzên me de ne. Hêzên me 3 tank, topek 57 mm, doçkayek 23, 3 wesaît û kamyonek mezin ên çeteyan rûxandin. Dîsa doh serê sibehê li girê Derfilît di navbera hêzên me û çeteyan de şer rû da. Di encama vî şerî de tevî serçeteyek 5 çete hatin kuştin.”

Di daxuyaniya YPG’ê de hate ragihandin ku di şerê li van herêman de 7 şervanên wan jiyana wxe ji dest dane.  


 ANHA/QAMIŞLO-KOBANÊ