SEYDO ÎBO/LÎNA CANGÎR

ANHA/QAMIŞLO

Li bajarokê Til Koçer gelek êlên mîna El-Şumar, Cewalî, Şarbî, Benî Sebi, El-Raşid, Cebûrî, El-Tayî û El-Hedîdî, tevî hejmarek malbatên Kurd hene. Rola çand û huner li bajarok di dema rêjîmê de hatibû paşguhkirin û di dema Cebhet El-Nusra de bi temamî hat rewastandin.

Piştî rizgarkirina bajarok bi destê şervanên YPG û YPJ’ê di 26’ê Cotmeha 2013’an de meclîsên herêmî û komîteyên xizmetê ji bo ji nû ve vejandina bajarok hatin avakirin.

Navendek ji çand û huner re

Navenda çand û huner di dawiya sala 2016 ‘an hate vekirin. Navend ji bo vejandina çand û hunerê Erebî û her wiha çînên cuda yên gelên bajarokê bi rêxistin kir.

Mamosteyê şanoyê yê Navenda Çand û Huner a Til Koçer, Ednan Mistefa destnîşan kir ku ev navend di dîroka bajarok de ya yekemîn e û wiha peyivî: “Ev gav ji bo bajarok li ser her du astan a hunerî û çandî, wekî gaveke dîrokî ye. Ji ber ku ti navendeke çandî li bajarok tine bû.”

Li gorî endamê rêveber ê Navenda Çand û Huner a Til Koçerê, Mezlûm Elî ji bo zehmetiyên destpêkê dibêje: “Niha piştî keda endamên navendê, bi rêya lidarxistina civînan û serdana malên şêniyên bajarok, şêniyan ew qalib şikandin û niha hêdî hêdî serdana navendê dikin.”

Rêjeya keçan ji ya xortan zêdetir e

Navend ji destpêka avabûna xwe ve 134 endam bi rêxistin kirin, kom ji wan ava kirin û wiha belav kir: Koma Zarokên Aştiyê 100 zarok di nav de şano, stran, govend. Koma Ş. Uqab a govendên gelêrî 10 ciwan. Koma El-Cezîrê ya stran û govendê 13 ciwan. Koma Ş. Ezîz a şanoyê 11 kes ku 6 ji wan jin in.

Her wiha Mezlûm Elî û rêveberê Koma Ş. Uqab Şengal a govendên gelêrî, Mişel Hisên dibêjin, ji bo vejandina çand û hunerê Erebî yê kevn û parastina wî, ew dixebitin û destnîşan dikin ku ji ber wê, wan gelek govendên weke (çopî çolaqî, debkê Ereban) û her wiha govendên gelêrî yên kevn di beşdarbûna wan a li şahiyan de pêşkêş kirine. Mezlûm Elî diyar kir ku rêjeya tevlîbûna jinan ji ya xortan ji sedî 60 zêdetir e.

Strana zarokên Til Koçerê ji bo zarokên Efrînê

Ji bo pêkanîna yekgirtina gel li Bakurê Sûriyeyê, li gorî bingeha jiyana hevbeş û biratiya gelan, Koma Zarokan a Aştiyê li ser strana bi navê “Efrîn ji te re aştî” perwerde dibin. Koma zarokan vê stranê diyarî berxwedana serdemê û şêniyên Efrînê dike yên ku li hemberî artêşa Tirk û çeteyên wê di nav 58 rojan de bi lehengî li ber xwe dane. Koma zarokan strana xwe di Mîhrîcana Zarokan a piştî çend mehan li ser asta Cizîrê pêk tê, wê pêşkêş bike.