Bi înşaya xweseriya demokratîk a ji TEV - DEM’ê bi armanca jiyanekî azad raçînin malên gel û meclîsan ava dikin pirsgirêk tên çareserkirin. Bajarê di nav Kantona Cizîrê ya Rojava de cih digire û deriyê ji Iraqê re vedibe ji bo Rojava deriyê ji cîhanê re vedibe ye. Alîkariyên dixwazin bigihîjînîn Rojava ên ji Deriyê Til Koçer re derbas dibin û lê ji bo derî ji bazirganiyê re vebibe ligel hemû hewildanan hêj tu encama nehatine bidestxistin. Piştî Deriyê Til Koçerê ket destê YPG’ê li herêmê IŞÎD’ê hêzekî mezin winda kir. Li bajar kêm jî bin Kurd, Ermenî û Tirkmen jî hene.
‘Êrîşî li mal û canê gel kirin’
Berpirsiyarê Asayîşa Til Koçerê yê ku tevlî operasyona rizgarkirina bajar bûyî Nafîz Abdulazîzî, diyar kir ku piştî pevçûnên mehekê ketin bajar û li vir windahiyên mezin dan çeteyan. Abdulazîz, anî ziman ku dema çete reviyan li bajar gelek mayîn danîn û bi rojan ji bo paqijkirina wan mayînan xebitîn. Abdulazîz balkişand ser girîngiya Til Koçerê û wiha got: “Li Til Koçerê ya ku ji sedî 90 erep lê heyî me polîtîkayekî nerim pêk anî. Em hînî hewildanên komkujiya çeteyan a li hemberî gel bûn. Li vir li qadan ser û destên mirovan hatin jêkirin. Tecawiz li mal û canê gel kirin.” Abdulazîz, anî ziman ku kesên li Til Koçerê dijîn gelek ji çeteyan nerihet bûn û piştî alîkarî xwestin wan rêbazên stratejîk ên leşkeriyê ceribandin. Abdulazîz, da zanîn ku ji bo nêzî bajar bibin bi rojan kozikên 10-15 metre ji hev dûr kolandin û wisa operasyonekî serkeftî li dar xistin.
8 mehin rewş asayî ye
Abdulazîz, bilêv kir ku gelê erep ê li vir dijî hûrmeta ji çeteyan û rejîmê nedîtin ji YPG’ê dîtin û wiha axivî: “Me bi binesaziya bajar dest bi înşayê kir. Li Til Koçerê di dema çeteyan de her roj mirov dihatin qetilkirin û bi saya YPG’ê 8 mehin tu kes nehatin kuştin.” Abdulazîz, destnîşan kirku gelê Til Koçerê ew qebûl kirin û ji ber xizmetên kirin amadekariyên jiyanekî nû dikin û wiha pê de çû: “Til Koçer xeta me ya sor e. Em vir teqez ji çeteyan re nahêlin. Hînî gel li vir me qebûl bike em dê li vir bin. Ji ber xizmetên me kirin gel hûrmetê nîşanî me dide. Em pêdiviyên Xweseriya Demokratîk bi cih tînin.”
Di nav YPG’ê de birêxistin dibin
Abdulazîz, da zanîn ku ji bo Xweseriya Demokratîk Til Koçer modelekî gelek girîng e û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Li cihê ji sedî 90 erep lê dijîn Xweseriya Demokratîk pêktê. Gelê vir li hemberî xendekan çalakî li dar xist û heya slogan ‘Bî can bî xwin em bi te ra ne ey Serok’ berz kirin.” Abdulazîz, diyar kir ku wan jî bi erebî bersiva wan dan. Li Til Koçerê çend me berê ji ber çeteyan tu kesîn nediwêre nêzîk re derbas bibe lê niha li Til Koçerê heya derengî şevê welatî li kolanan bi rihetî digerin. Girêdana bi YPG’ê re di nivîsên li kolanan tên nîvîsîn jî xuya dike û herî dawî zêdehî 30 ciwanên erep tevlî YPG’ê bûn.
ÎSMAÎL ESKÎN/DÎHA/TIL KOÇER