Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mazlûm Ebdî diyar kir ku êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Til Temir û Eyn Îsayê, mînakên darîçav yên binpêkirina agirbestê ne. Ebdî li dijî vê yekê bang li Rûsya û Emerîkayê kir da ku weke welatên garantor ên agirbestê, berpirsyariyên xwe bi cîh binin. Ebdî got, Til Temir û Eyn Îsa radestî ti aliyan nehatine kirin û wê di destê QSD’ê de bimînin.

Dewleta Tirk a dagirker tevî lihevkirina di navbera Emerîka û Rusyayê de, agirbestê binpê dike û li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişên xwe bê navber didomîne.

Li gorî agahiyên meydanî, êrişên dewleta Tirk a dagirker yê li dijî gundên Til Temir, Zirgan û Eyn Îsayê ranewestiyane. Mazlûm Ebdî ji televîzyona Erebî El Hedes re li ser meselê got, “Êrişên dawî yên dewleta Tirk ên li dijî Til Temir û Eyn Îsayê, mînakeke darîçav a binpêkirina agirbestê ye û dewleta Tirk amadekariyên êrişeke mezin dike.”

Piştî van êrişan hatibû îdîakirin ku ev herdu bajarok wê radestî Rûsya û rêjîmê bên kirin. Lê belê Mazlûm Ebdî got, ev îdîa ne rast in: “Til Temir û Eyn Îsa di kontrola QSD’ê de ne û wê wisa bimînin jî. Ev jî li gorî lihevkirinên bi hemû aliyan re ye. Hêzên QSD’ê wê heta dawiyê wan biparêzin.”

Ebdî hevpeymanên di navbera Tirkiye, Rûsya û Emerîkayê de bibîrxistin û got, “Wan xwestiye hêzên Tirkiyê 33 KM ji bakurê riya navdewletî paşde vegere û QSD’ê jî heman tiştî bike. Bi vî awayî, rê li ber sivîlan vedibe û di heman demê de hêzên Rûsyayê jî bi alîkariya Asayîşê dikarin bigerin”.

Mana Emerîka ji bo çareseriyê girîng e

Li ser pirsa “Hûn dizanin Emerîka rê daye Tirkiyeyê, çima hûn pê re didin û distînin” jî Ebdî got, “Sûriye krîzeke navdewletî ye û pêwîst e çareserî jî navdewletî be. Mana aliyekî bi vî rengî dikare bandorê li çareseriyê bike. Her wiha şerê li dijî DAIŞ’ê û şerê Sûrî yê navxweyî jî dewam dike. Ji ber vê yekê divê di halê hazir de bi giştî venekişin.”

 

NAVENDA NÛÇEYAN