Şêniyên herêma Til Temirê 39`emîn salvegera damezirandina PKK`ê bi şahiyekê pîroz kir û bi beşdariya bi sedan kesî şahiyek li dar xistin.

Rêxistina TEV-DEM`ê ya herêma Til Temirê bi vê boneyê li dibistana Meyselûn, şaniyek organize kir.

Meydana şahiyê bi alên PKK, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, wêneyên têkoşerên Tevgera Azadiya Kurdistanê, her wiha al û sembolên şoreşa Rojava, hat xemilandin.

Di şahiyê de, rayedarê Partiya Aşûrî ya Demokratîk, Wail Mêrza, endamên Rêveber ên TEV-DEM`ê û Kongra Star, her wiha bi sedan şêniyên bajarê Til Temir û gundewarên wê û nûnerên partiyên siyasî û saziyên sivîl, amade bûn.

Endamên komîteya amadekar a şahiyê Ehmed Heyder û Lêlav Husên bi xêrhatina beşdaran kir û salvegera damezirandina PKK`ê li beşdaran pîroz kir.

Piştre Endama Rêveber a TEV-DEM`ê ya herêma Til Temir Amkîhan Cûdî û Rayedarê Partiya Aşûrî ya Demokratîk Wail Mêrza axivîn.

Wail Mêrza, salvegera damezrandina PKK`ê pîroz kir û got, "Em îro bi vê boneyê şehîd Mazlûm, Kemal û Hakî bi bîr tînin, her wiha şehîdên aşûriyan jî ku bi biratiya gelan bawer dikir, şehîd Abcer ku li gel têkoşeran Mazlûm, Kemal û Hakî şehîd bû, bi bîr tînin”.

Şahî bi rêze-awaz û stranên şoreşgerî yên koma Şoreş a çand û huner, stranên hunermend Muhened Cumaa û xelekên govendê bi dawî bû. 


HESEKÊ