Hêzên Heşdî Şebî pêr bi daxuyaniyeke çapemeniyê navçeya Tilezêr a Şengalê ku ji DAIŞ’ê paqij kiribûn, radestî Meclîsa Xweser a Şengalê û Asayîşa Êzîdxanê kir. Rûspiyê Êzîdî jî bang li xelkê Tilezêr kir da ku vegerin ser warê xwe.
Gundê Tilezêr yê ser bi Şengalê sala 2014’an ketibû destê çeteyên DAIŞ’ê û 28’ê Gulana 2017’an ji aliyê hêzên Heşdî Şebî ve hatibû kontrolkirin, pêr bi daxuyaniyeke fermî a çapemeniyê, gund radestî Meclîsa Xweser a Şengalê û hêzên asayîşa Êzîdxanê hate kirin.
Me bi çeka xwe bi DAIŞ’ê re şer
Daxuyanî bi amadebûna welatiyên gûndê Tilezêr, endamên Meclîsa Xweser a Şengalê, hêzên asayîşa Êzîdxanê û hêzên Heşdî Şebî yên heya niha li Tilezêrê bûn, hate dayîn.
Daxuyanî ji aliyê rûspiyê Êzîdî yê Tilezêrê, Xelîl Hisên û Berdevkê hêzên Heşdî Şebî yê Tilezêrê, Ebû Abid ve hate xwendin.
Berdevkê hêzên Heşdî Şebî yên Tilezêrê Ebû Abid got, “Em weke hêzên Heşdî Şebî vê navçeyê radestê asayîşa Êzîdxan û gelê herêmê dikin. Me li gorî derfetên xwe navçe ji mayînên ku DAIŞ danîbû, paqij kiriye. Em hêvî dikin ku gelê herêmê vegere mala xwe. Me bi çeka xwe bi DAIŞ’ê re şer kir, bila gel jî bi vegera xwe bersiva fermanê bide.”
Banga vegerê
Li ser navê Gelê Tilezêrê, rûspiyê Êzîdî, Hisên Xelîl jî bang li xelkê Tilezêrê kir da ku vegerin malên xwe: “Îro ev herêm radestî sazî û hêzên me yên bi îradeya gel hatine avakirin, hate kirin. Ev jî dide diyar kirin ku gelê me êdî dikare xwe bi xwe biparêze. Em vê li asayîşa Êzîdxanê û tevahî gelê Êzîdî pîroz dikin.”
Tilezêr niha vala ye û ji mayînan jî hatiye paqijkirin.
ROJNEWS / ŞENGAL