ÎSMAÎL ÎBRAHÎM / ROJNEWS / TILEZÊR

Piştî îstîfaya rêveberê bajaroka Tilezêr Şekir Milhem, şêniyên Tilezêr Celal Xelef Pîso weke rêveberê nû yê bajarok ragihandin. Şêniyên Tilezêr ji hikûmeta federal a Iraqê xwestin ku rêveberê nû yê bajarok bi fermî bipejirînin.

Şeva 19’ê Nîsanê rêveberê bajarokê Tilezêr ê ser bi navenda Şengalê, Şekir Milhem bi daxuyaniyeke çapemeniyê de îstîfaya xwe ragihandibû û diyar kiribû her kesê hêjayî vê erkê be dikare bê cihê wî.

Li ser valatiya ku li bajaroka Tilezêrê çêbûye, şêniyên bajêr li ber navenda rêveberiya bajarokê Tilezêrê kom bûn û bi daxuyaniyekê rêveberiya xwe ya nû diyar kir.

Rêveberê îstîfa kiribû, Şekir Milhem destpêkê axivî û diyar kir ku ji ber hikûmeta Iraqê bi wî re nebûye alîkar, wî dest ji kar berdaye û got, “Gelê Şengalê piştî îstîfaya min valatiyeke rêveberiyê li bajarok dît û xwest kesek nû ji bo rêveberiya bajêr diyar bikin. Celal Xelef Pîso ji aliyê şêniyên Tilezêr û serok eşîrên herêmê ve ji bo rêveberiya Tilezêr guncaw hate dîtin.”

Celal Xelef Pîso qebûl bikin

Bi navê şêniyên Tilezêr jî, Xelîl Hemed da zanîn ku piştî ku artêşa Iraqê bajarokê Tilezêr ji çeteyên DAIŞ’ê paqij kir, Şekir Milhem weke rêveberê nû yê navçeyê erkdar kiribûn û got, “Lê piştî Şekir Milhem îstîfaya kir, me jî xwest em valatiya rêveberiyê li bajaroka Tilezêrê dagirin û dest bi xizmetê bike. Em daxwaz ji hikûmeta Iraqê û ya herêmê dikin ku birêz Celal Xelef Pîso weke rêveberê Tilezêrê bipejirînin.”

Nabe Şengal bê piştguhkirin

Rêveberê nû yê şêniyan hilbijartî, Celal Xelef Pîso jî di daxuyaniya çapemeniyê de axivî, malavahiya welatiyên Tilezêrê kir û got, “Ez ê di wezîfeya xwe de wekhev û adil nêzî her kesê bibim. Ez ê di dema pêş de jî bernameya xwe ya kar ji şêniyên Tilezêrê re eşkere bikim.”

Berekat Murad Sîncarî jî bi navê eşîrên Şengalê pîrozbahî li Celal Xelef Pîso û gelê Şengalê jî kir û ji hikûmeta Iraqê jî xwest ku gelê Şengalê yê fermaneke giran hatiye serê wî, piştguh neke.