Çi dema ku ez xwestina xapandin û kuştina Kurdan ji rêveberên Tirk dibihîzim an di televîzyonan de dibînim. Tilîiya “lehengê” hejmara 8 tê ber çavên min û kenê min tê. 

“Lehengê” hejmara 8. ewqasî ji bo xapandinê ji xwe bawer e, fêhm nake ku kesên din jî hene û dibe ku neyîne xapandin. Ez zêde dirêj nekim xwendevanên hêja, fermo em bi hev re “lehengê” hejmara 8. binêrin: 


*** 

Doktorek, di rojnameyan de reklama şêwê dermankirina xwe dike. Di reklamê de dibêje: 

“Ez hemû cûreyên nexweşiyê derman dikim, ku ez derman nekim ez ê 10 qatî pereyên ku hûn ji bo lênihêrîna nexweşiyê didin, bi paş ve bidime we.” 

“Lehengê” hejmara 8. yê ku karê wî xapandina mirovan e, vê reklamê dibînê û heman ji xwe re dibêje, “Ez herim ji doktor re nexweşiyeke ku ew qet pê nizane bibêjim û ji xwe re 10 qatî pereyên xwe, pereyan jê bisitînim. Ez ê jê re bibêjim, min çêja devê xwe winda kiriye û çêja devê min nemaye. Ew çi bide min, ez ê bibêjim, ez nizanim bê çi çêjê dide”. 

Yekser berê xwe dide cihê doktor, li derî dixe û diçe oda wî. Silavê li doktor dike û derdê xwe dibêje: 

- Doktor ez çi dixwim jî, ez bi çêja wî tiştî nizanim. Ez çûme ba gelek doktoran, lê kesî ji derdê min re derman nedît. Ez hêvî dikim ku tu ji min re dermanekî peyde bikî. 

Doktor tê digihîje ku mêrik hatiye wî bixapîne û 10 qatên pereyên lênihêrînê ji doktor bi paş ve bisitîne. Doktor dibêje, 

-Baş e tu pereyên lênihêrînê bide paşê em binihêrin bê derdê te çi ye. Tu zanî eger ez ji derdê te re derman nebînim, ez ê 10 qatî pereyên te pere bidime te. 

Mêrik perê lênihêrînê dide û tê ba doktor û dibêje, “Ez amade me doktor.” 

Doktor careke din ji mêrik dipirse: 

-Te got, te çêja devê xwe winda kiriye ne wisa? 

Mêrik dibêje: 

-Belê ezbenî, ez hingiv an jî tiştekî wek jahrê tahl bixwim, ez nizanim bê kîjan tahl e kîjan şîrîn e. 

Doktor ji keçika ber destiya xwe re dibêje: 

- Keça min ka qutiya hejmara 8. bîne. 

Keçik diçe qutiya hejmara 8. tîne dide mêrik. Doktor ji mêrik re dibêje: 

-Qutiyê veke û dermanê di qutiyê de tahm bike! 

Mêrik qutiyê vedike û tiliya xwe li dermên dide û dibe devê xwe, çawa tiliya wî digihê devê wî fêhm dike ku gû di qutiyê de ye û gû xwariye, di cih de dibêje: 

-Doktor te gû da min? 

-Doktor dibêje: 

-Aha... te fêhm kir ku gû di qotiyê de hebû tu baş î, di çêja devê te de ti problem nîne. Tu dikarî herî mala xwe. 

Mêrik tê malê û her li pereyên ku dane doktor dihizire. Dixwaze pereyên xwe bi paş ve bigire, nexweşiyên ku hene tîne bîra xwe û li ser wan disekine bê kîjanê ji doktor re bibêje. Dixwaze vê carê nexweşiyekê bêje ku doktor jê re derman nebîne. Paşî nexweşiyekê peyde dike. Heman berê xwe dide cihê doktor, li derî dide û diçe oda doktor. Doktor dibêje: 

-Te xêr e tu dîsa hatî? Nexweşiya te çi ye? 

Mêrik dibêje: 

-Doktor, min hişê xwe winda kiriye. Tu vêga tiştekî ji min re bibêje, ez paşî deqîqekê ji bîr dikim. Ez xwarina sibê, nîvrojê ji bîr dikim, ya nîvrojê jî êvarê ji bîr dikim. Ez ji malê der dikevim nizanim vegerime mala xwe. Gelek caran ez navê jina xwe û zarokên xwe ji bîr dikim. Ez hatim ku tu dermanekî ji nexweşiya min re bibînî. 

Doktor weke cara pêşî ji mêrik re dibêje: 

-Here pereyên lênihêrînê razîne û were ez ê li nexweşiya te binihêrim. 

Mêrik diçe pereyên lênihêrîna xwe dide û bi paş ve tê. Doktor ji keçika li ber destê xwe re dibêje: 

- Keça min qutiya hejmara 8. bîne. 

Mêrik dema navê hejmara 8. dibihîze ji doktor re dibêje: 

-Doktor di hejmara 8 de gû hebû, tu dîsa dixwazî gû bidî min? 

Doktor ji mêrik re dibêje: 

-Baş e hişê te hate serê te, êdî tu ne riya mala xwe û ne navê jin û zarokê xwe ji bîr dikî, rabe tu baş î û here mala xwe. 

Vê carê hê xirabtir li mêrik tê û nizane çi bike ku karibe pereyên xwe bi paş ve bigire. Hemû cûreyên nexweşiyê di serê xwe de dibe û tîne, paşî li ser nexweşiyeke ku ne mumkun e doktor derman jê re bibîne disekine û berê xwe dide cihê doktor mîna berê li derî dixe û diçê jûrê. Doktor ji ber radibe û pirsa hatina wî dike: 

-Tu vê carê ji bo çi hatî? 

Mêrik dibêje: 

-Doktor derdê ku bi min ketî, xwedê nede dijminên min. Ez ji mêraniyê ketime, ti rayên mêraniyê bi min re nemane. Ez wisa ji mêranî ketime, ez êdî nikarim dijûnan jî ji kesî re bidim. Berê min rojê ji 10 kesan re dida dijûnan, vêga ez ne dizanim şer bikim û ne jî dizanim dijûnan bikim. 

Doktor mîna herdu carên din dîsa ji mêrik dixwaze ku pereyên lênihêrînê razîne û were da ji derdê wî re derman bibîne. Mêrik diçe pereyên xwe radizînê û tê ba doktor disekine. Doktor li mêrik dinêre û gazî keçikê dike: 

-Keça min here qutiya hejmara 8. bîne. 

Çawa dengê navê qutiya 8 tê mêrik hemû pereyên ku dane doktor ji bîr dike û dest bi dijûnan dike. 

-Doktor ez di nîvê qu ...diya te kim, kurê qehpikê, ma ji qutiya hejmara 8. pê ve li ber destên te ti qotiyên din nînin? Hey qûnekê kurê qûnekan, bê manûsê kurê bê namûsan de ji min re bibêje! 

Doktor ji cihê xwe jî ranebe û bi aramî bersiva wî dide: 

-Baş e mêraniya te hate te, tu dîsa dikarî ji xelkê re dijûnan jî bidî û tişta din jî li malê bike. Here û careke din newe gû nexwe. Mêrik diçê û careke din bi paş ve venagere. 


*** 

Eva ya ku ez, van kesên ku Tirkiye bi rê ve dibin di rewşa “lehengê” hejmara 8. dibînim. Her cara ku gefan li Kurdan dixwin û êrîşî wan dikin ji cara pêşî xirabtir vedigerin. Lê weha diyar e ku “lehengê” gû xwarê qutiya hejmara 8. ji rêvebirên Tirk biaqiltir e. Ji ber ku cara çaremîn naçe ba doktor û dizanê ku bê sûdwergirtinê dê dîsa vegere û zêde naxwaze bi gûxwarina xwe re zerarê bibîne. 

Lê ev “serok, serkêş, rêvebirên û aqilmendên” Tirk dê heta kengî bixwazin dermanê qutiya hejmara 8. tahm bikin? 



kamransimo@hotmail.com