Cûdî Şerîf yê 14 salî ji taxa Enteriyê ya bajarê Qamişlo ye û bi pênûsa risas û boyaxan resim çêdike. Cûdî bi musebeta 1’ê Gulanê Roja Zarokan a Cîhanî pêşengeheke şêwekariyê li Navenda Tevgera Ciwanên Kurd a bajarê Qamişlo vekir.

Di pêşengehê de 137 tabolyên ku ji wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, navdarên Kurd, cangoriyên azadiyê, jin û zarokan, her wiha mijarên jiyanî pêk tên, hene.

Di vekirina pêşengehê de gelek zarok û malbatên wan jî amade bûn. Di pêşengehê de Cûdî Şerîf 80 defter û pênûs diyarî zarokan kirin ku resim çêbikin. 


 ANHA/QAMIŞLO