Tîmek ji Rêxistina MAG îro di deriyê sînor ê Kobanê re derbasî Kobanê bû û dê buroyekê ji xwe re li Kobanê veke. MAG dê buroyeke xwe ya tayebt li Kobanê veke û dê alavên pêwîst ên ji bo berhevkirina mayînan bînin herêmê. Tîma MAG’yê ji Peter Kam, Bob, Robert, Serbaz Ezîz, Şiyar Ezîz, Selam Mihemed û Hejar Mihemed Emîn pêk tê.
Tîma MAG ji aliyê Serokê Kar û Barê Rêxistinên Mirovî Mihemed Dadalî, Endamê Buroya Kar û Barê Rêxistinên Mirovî Bêrîvan Îsa ve li navenda Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve hatin pêşwazîkirin. Li wir jî nîqaş hate kirin ku rêxistin ruxsetê ji Meclîsa Rêveber bibe da ku li Kobanê kar bike.
Ev cara duyemîne ku tîmên Rêxistina MAG derbasî Kobanê dibin, di serdana yekem de rewşa bajar di aliyê meydanî ve hate şopandin û di serdana duyemîn de hatne da ku dest bi karê bikin û xebatkarên herêmê ji rakirina mayînan perwede bikin.Çavlirêye ku di nava 2 rojan de tîma rêxistinê here da ku alavên xwe yên xebatên bînin û dest bi kar bikin. Rêxistina MAG rêxistineke miroviye di xebatên rakirina mayînan de kar dike û navenda wê ya sereke bajarê Manchester ê Birîtanya ye.
KOBANÊ