Li vir hêja ye mirov behsa meseleya tîpguhêziyê jî bike herçî elaqedarî navê Ereb Şamilov e. Rast e ku di nava cimaeta Kurdan a li Sovyetê de navê wî weke Erebê Şemo hatiye hildan. Lê rastiyeke din jî heye ku di berhemên xwe yên bi krîlî nivîsî de wî navê Ereb Şamilov tercîh kiriye. Jixwe gava em berê xwe didin berhema Şivanê Kurmanca, em dibînin ku du tîpguhêziyên berdest ên Lîsê de du nav hatine bikaranîn; ew jî di çapa berghişk de Erebê Şemo ye û di çapa bergkarton de jî Ereb Şemo ye. Lê gava ku em li berhema tîpguhêziya wê hatiye kirin, dinihêrin em dibînin ku navê nivîskarî Ereb Şamilov e. Bila ev jî li şûna rexneyekê be; heger mirov tîpguhêziyê dike, divê tîpguhêziyê bike; ango Ereb Şamilov wê navê rast ê li ser çapa pitûkê bûya. Axir, heger ne tîpguhêzî ye jî, divê ev yek bi awayekî eşkere bê gotin.