Dema li hin çapemenî û ragehandina Başûrê Kurdistanê binêrî muheqeq divê çi hatiye nivisandin berovajî fam bikî, nexwe wê tu şaş fêm bikî û şaş bidî fêm kirin. Ji ber kû hemû tiştên tê gotin û nivîsîn berovajiye, mînakên van tiştan ew qasî zêdene ku mirov nizane çi mînak bide û çi nede. Lê hin nûçeyên rojên dawî besin ji bo ku têra xwe rewşê îzah bikin.

Rojên dawî berxwedaneke bê hempa jialî şervanên YPG/YPJ û HPG/YJA-STAR ve li Şengalê tê nîşan dan, pir tiştên ku êdî bûne sembol hene û nayên înkar kirin û çapemeniyên cihanê jî balê dikşîne ser van qehremaniyan, medyaya Sosyal tije îspatin, ji dîmenê videoyan bigire heya foto, raportên li ser erdê hemû tişt radixin ber çavan. Lê hin kesên ku qaşo berpirs, mîr, xanedan û axayan li hotêlên 5 stêrk rûniştîne xebarê wan ji rewşa Şengal, berxwedan û rewşa koçberan nîne, lê radibin li ser navê xelkê Şengal, li ser bedena jinên rojane li bazarên telafer û Mûsilê tên firotin siyasta erzan dikin diaxifin, mirov ji wan bipirsê dema mezinê Malbata Zero apê Bedel bi riyê xwe yê sipî silah radike li hemberê çeteyên DAÎŞ û li kêleka yekîneyên Şengalê şer dike, ti li ku derê ye li kîjan resturantê ziqim dixwe? Tu li kîjan odeyên tarî kirîn û firotinê bi bi xelkê Şengalê dikî? Tu bi kî re rûdinê ji bo ku xelkê Şengalê koçberê dûnyayê bikî. Tu daxûyanî didî kîjan çapemenî û ragehandina derewkar? Tu rastiyan berovajê dikî. Ev pirsên min ji bo hin kesin ku li ser navê Êzîdiyan her roj daxûyanî didin û haya wan ji Êzîdiyan jî nîne. Eger ew qasî dilê we li gel Êzîdiyane çima bazdan? Çima we xelkê bi tenê hişt dema guran berdan canê wan? Çi pilan li pişt wan hatin honandin? Hûn niha bi xwe li ku derê ne? Çima nava gelê xwe de nînin?. Dîrok wê bazdana we di şeva tarî da 2 li ser 3 ya Tebaxê da binivîse, dîrok wê çîroka trajîk a Ezîzê 4 salî binivîse, wê trajediya jinên Şengalê binivîse. Wê rewşa we ya rezîl jî bîrneke û binivîse, têra xwe rewşa we îzah dike dema bapîr û dapîrên me gotine “ kûrmê darê ne ji dar be narize “ bi rastî jî hûn kûrmê darê ne. Lê ev darê ku Şaîrê mezin a Kurd Faîq Bêkes dibêjê “Darê azadî bi xwîn aw nedirê qet bernagirê serbexwoyî bê fîdakarî ebed sernagirê”. Bi wataya “Darê azadî eger bi xwîn neyê avdan ti carê berhemê wê nabe, serbexwebûnê ne bi fedakarî be qet naçe serî”, yên niha ji bo  serxwebûn û azadî xwina xwe dirêjin, ne li Hotêlên Hewlêrê ne li çîyayê Şengalê ne. Çapemenî û ragehandin jî hene ku bûne zûrnejenê van qaşo siyasî, tiştên hîç neqewimiye dike nûçe, daxûyaniya ku hîç nehatiye dayîn weke qewimiye dide. Mînaka wê a rojên dawî daxûyaniya KCK li ser hin berpirsiyarên pêşmergeyên ku bazdan û Şengalê bi qedera xwe re hiştin, lê ev ragehandin sexte û derewkar radibe li ser masê nûçe çêdike û weke ku heye dide. Mînak dibe M. Karayilan lêbûrîn jî pêşmerge xwest û deh caran jî diweşîne, hiç şerm jî nake ku ev nûçe wê werê derew derxstin û bû jî. Kê çi dibêje bila bêje îro li Şengalê dastan tên nivîsandin, tîr êdî ji kevanê derketiye. Ev berxwedana tê kirin li Şengalê berxwedana gele, berxwedana sererastkirina şerma dîrokî ye. Êdî hen komên biçûk û bê bandor nikarin li ser navê Xelkê Şengalê siyaset bikin û biaxifin. Îro xelkê Şengalê xort û keçên Ciwan li çiyayan berxwe didin û rê nadin dîrok xwe dûbare bike.