Li bajarokê rojavayê Kurdistanê Tirbesipiyê ku girêdayî Qamişloyê ye, gel bi alîkariya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bajar bi temamî rizgar kir. Di operasyona yekem de Navenda Ewlekariya Komarê, Navenda navçeyê, qereqola polîsan û navenda êm û çandiniyê ji destê rêjîma Bass hat azad kirin

Avahiya ewlekariya Sûriyê û ewlekariya Leşkerî û navenda çand û hunerê ji aliyê YPG’ê hatibû dorpêç kirin, lê piştî demeke ne dirêj hêzên rêjîma Baa ku hatibûn dorpêç kirin xwe radestê YPG’ê kirin.
Piştî rizgarkirinê hemû pêkhateyên bajêr daketin kolanan pîrozbahî lidar xistin. Ciwanan agir pêxis tin û li dora wê govend girêdan.
Piştî azadkirina Tirbespiyê hemû saziyên bajêr ji aliyê YPG’ê ve tên parastin. Di roja yekemîn ya azadkirina bajêr de saziyên xizmetê bi awayek asayî karê xwe birêve birin û deriyên xwe ji welatiyan re vekirin.
Li aliyê din hate gotin ku wê YPG saziyên li bajêr bi dest xistine radestî meclîsê bike. Têkildarî mijarê  çavkaniyên YPG’ê diyar kirin ew dê hemû saziyan biparêzin  û dema  ku meclîsa sivîl a ku demek beriya niha ji hemû pêkhateyên bajêr hatibû avakirin amade be û karibe bi xwe saziyan biparêze, wê hemû avahiyên saziyên xizmetê radest bikin. Her wiha çavkaniyê YPG’ê dan zanîn ku ew dê navendên ewlekariyê jî radestî hêzên asayîşa bajêr bikin.
Demek beriya niha di navber pêkhateyên Tirbespiyê de peyman hatibû îmzekirin û meclîsa sivîl a ji 30 kesî pêk tê hatibû avakirin. 10 endamên meclîsê Ereb, 10 Kurd, 5 Suryanî û 5 jî Êzîdî ne. Piştî avakirinê rayedarên meclîsê diyar kiribûn ku ewê komîteyên xizmetê, aborî, civakî û ewlekariyê ava bikin.


Bîrên neftê di kontrola YPG’ê de ne
 Li Tirbesipiyê YPG’ê gundê Diyarê Topê ku bîrên betrolê lê hene, piştî dorpêç kirina hefteyekê rizgar kir.
Li bajarê Rojavayê Kurdistanê Tirbesipiyê, Yekîneyên Parastina Gel(YPG) ên ku beriya hefteyeke gundê Diyarê Topê ku bîrên neftê lê hene  û 4 kîlometrî dûrî bajêr e, îro ji artêşa Sûriyeyê rizgar kir.
Di gundê Diyarȇ Topȇ hêzên rêjîma Sûriyê bi cih bibûn, beriya neha YPG’ê li ser daxwaza welatiyan, ji hêzên Sûriyê xwestin gund bi temamî valabikin û ji xwediyên wê re bihêlin, lê ji ber ku hêzên rêjîma Sûryê xwesteka YPG’ê red kir, hêzên YPG‘ê ji wê demê de ew dorpêç kiribûn.
Piştî dorpêçkina hefteyeke hêzên rêjîma Esad neçar man xwe radestî hêzên YPG’ê bikin. Bîrên neftê yên gundê Diyarȇ Topȇ niha ji aliyê YPG’ê têne parastin. 


Rimêlan bi temamî hate rizgarkirin
Bajaroka Rimêlan a girêdayî bajarê Girkê Legê ku ev 2 roj in ji aliyê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ve hatibû dorpêçkirin, bi temamî ji bermahiyên rejîma Baas hate paqijkirin. Piştî rizgarkirinê şêniyên bajarokê jî daketin kolanan û pîrozbahî lidar xist.
Bajarokê Rimêlan ku wekî navenda neftê tê zanîn û duh ji aliyê YPG’ê ve hatibû dorpêçkirin, îro bi temamî hate rizgarkirin. Di dorpêçkirina duh de piraniya bajêr hatibû rizgarkirin û 35 leşkerên rejimê dîl hatibûn girtin. Îro jî navenda ewlekariya leşkerî, ewlekariya siyasî û tabûra Hecana ku leşkerên rejîmê tê de mabûn, hatin rizgarkirin. Leşker di van avahiyan de jî teslîmî hêzên YPG’ê bûn. Piştî ku hat diyarkirin ku bajarok hatiye rizgarkirin, şêniyên bajorkê daketin kolanan û bi dirûşmeyan rizgarkirin pîroz kir. Di vê navberê de 35 leşker pêr dîl hatibûn girtin.

QAMIŞLO




Hêzên Asayişê: Em girêdayî Desteya Bilind in

Li hemberî şer û aloziya li Sûriyeyê, gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê ji bo ewlekariya herêmên xwe hêzên asayişê ji nava xwe ava kir. Endamê Rêvebirya Asayişê li Kobanê Ismet Ehmed diyar kir ku ew ji bo parastina welatiyan û ewlekariya wan di bin  sîwana Desteya Bilind a Kurd de kar û xebatê dikin.
Tevî ku ev hêzên asayîşê di bin banê Desteya Bilind a Kurd de kar û xebatên xwe bi rê ve dibin, hin derdor bi zanebûn hewl didin asayîşê weke hêza partiyeke siyasî nîşan bidin.
Rêveberên hêzên asayîşê li bajarê Kobanê li hemberî van derdoran nerazîbûn nîşan da û dan zanîn ku ew ji bo ewlekariya hemû gelên herêmê tevdigerin.
Endamê Rêvebirya Asayişê li Kobanê Ismet Ehmed diyar kir ku ew ji bo parastina welatiyan û ewlekariya wan di bin  sîwana Desteya Bilind a Kurd de kar û xebatê dikin. Ehmed li hemberî gotinên weke “asayîş girêdayî pariyeke siyasî ye” anî ziman ku ev yek ne rast e û ew girêdayî desteya bilind in û gelek endamên partiyên cuda di nav wan de cihê xwe digrin.

KOBANÊ