Şêniyên Tirbespiyê nivîskar û rewşenbîr Xelîl Kalo di 2ʹemîn salvegera wefata wî de bi bîr anî. Bi dehan rewşenbîr û şêniyên Tirbespiyê û gundên wê nivîskar Xelîl Kalo bi merasîmekê bi bîr anî. Merasîm li Akademiya Şehîd Yekta Herekol hat lidarxistin. Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir û paşê Endamê Yekîtiya Rewşenbîran, Mihemed Selîm Ico axivî û di destpêka axaftina xwe gotina Nivîskar Xelîl Kalo ya beriya wefata wî ʺÇawa YPG û YPJʹê terorist têk birin, ez ê vê nexweşiyê têk bibimʺ bi bîr xist. Mihemed Selîm Ico, her wiha da zanîn ku şehîd Xelîl Kalo bingeha Yekîtiya Rewşenbîran bû. Ji hemû kesî re bûbû mînak û xwediyê fikr û rameneke fireh bû. Em soz didin ku em ê heta dawî li ser şopa şehîd Xelîl Kalo bimeşin.ʺ

Di merasîmê de li ser navê Şehîd Xelîl Kalo, biraziyê wî Xebat Kalo axivî û got, ew  şopdarên riya wî ne û rola wî ya di bipêşxistina çand û wêjeya Kurdî de bi bîr xist. Di dawiya merasîmê de helbestvan Evîn Mihemed û hin helbestvanên din helbest pêşkêş kirin. 


 ANHA / TIRBESPIYÊ