Nayif dema dibe 6 salî malbatê wî berê xwe didin gundê Sêmitîk yê bajarê Amûdê. Li vir li ber destê melayê gund Îbrehîm fêrî xwendin û nivîsandinê dibe. Ji ber ku zîrek bû û zû fêrî xwendin û nivîsandinê dibe wekî katibê axayê gund tê erkdarkirin. 

Nayîfê ku fêrî xwendina ‘Qurana Pîroz’ bû di sala 1937’an de berê xwe dide bajarê Amûdê û xwendina xwe li vir didomîne. 5 salan dibistanê dixwîne. Tevî xwestek û hêviyên wî yên xwendina xwe bidomîne, lê ji ber rewşa aborî nikare xwendina xwe berdewam bike û dest ji xwendinê berdide. Nayîf di 10 saliya xwe de beşdarî Partiya Komunîst a Sûriyê dibe.


Cegerxwîn nas dike

Li Amûdê helbestvanên bi nav û deng ên wekî Cegerxwîn, Qedirî Can, Hesen Hişiyar û Nûredîn Zaza nas dike. Her ku çû têkiliyên wî bi wan helbestvanan re xurt bû û bi hev re civata helbestvanan saz kirin. Di hemû helbestên Sedayê Tîrêj de doza gelê Kurd û evînî rêz dike. Di sala 1985’an dîwana xwe ya yekem bi navê Xelat çap kir.

Hêzên rêjîma Baas ku bi hemû şêwazan li dijî Kurdan tevdigere, gelek helbestvan, siyasetmedar û rewşênbîr Kurd digirtin û gelek zext û zorê li wan dikirin. Seydayê Tîrêj jî para xwe ji zilm û zordariya rêjîmê dît. Di sala di sala 1951‘an de Tîrêj cara yekem tê girtin û dikeve girtîgehê. Helbest û nivîsên wî jî desteser dikin û talan dikin. Ji bo parastina xwe ji Amûdê derdikeve û li gundekî herêma Til Berek di nava êlên Ereb de malbata xwe bi cih dike. Li wir nivîsandinên xwe dewam dike.


Li Hesekê bi cih dibe

Seydayê Tîrêj di sala 1973’an de berê xwe dide bajarê Hesekê û li taxa Salihiyê tevlî malbata xwe bi cih dibe.

Li ser şoreşa Barzanî ya Başûrê Kurdistanê gelek helbestan dinivîse. Di helbestên xwe de pesnê şoreşgerî û pêşmergeyan dide. Di wê demê de helbesta bi navê pêşmerge  û Leyla Qasim û her wiha gelek helbestên din nivîsandin.

Piştî damezirandina PKK’ê jî Seydayê Tîrêj li ser şoreşa nû dinivîsîne û pesnê şoreşê dide. Tîrêj di vê çarçoveyê de helbesta bi navê Şehîd Reşo, Hêviya Milet, Cengavanê PKK‘ê nivîsand. Li vir helbestên xwe di nava dîwanan de kom kirin û gelek berhemên giran buha ku bandor li tevahiya helbestvanên nûjen ên Rojava û Kurdistanê kir, çapkirin.

Tîrêj dîwanên wekî Xelat, Zozan, Cûdî û Serpêahtiya Kurdan beşa yekemîn çap kirin. Jiber rewşa aborî û zextên rêjîma Sûriyê hin berhemên wî yên bi navê: Mûlikda Kurdmancî û Serpêhatiyên Kurdî ya duyemîn nehatin çapkirin. Hêzên rêjîma Sûriyê ku gelek zext û zordarî li Seydayê Tîrêj dikirin gelek helebstên wî desteserkirin.


Sê caran xelat wergirtin

Seydayê Tîrêj 3 caran xelat wergirtin. Tîrêj xelata Roja Helbestên Kurdî li Sûriyê di sala 1995‘an de, xelata sed saliya Rojnamevaniya Kurdî li Hewlêrê di sala 1998‘an de û di sala 2001‘ê de li bajarê Hesekê ji aliyê Koma Folklora Kurdî li Cizîrê ya Helepçayê ve hate xelatkirin.

Tîrêj di helbestên xwe de girêdana xurt a di navbera wî û xwazaya Kurdistanê de nîşan daye. Gelek caran mijarên helbestê wî pesindayîna xwazeya Kurdistanê ye. Gelek caran êşa geê xwe di helbestên xwe de vedibêje. Av, dar, gul û giya, deşt û çiya, mêrg û kanî, buhar û zivistan, dehl û zeviyên welatê xwe di helbestan de tanî ziman. Sê dîwanên xwe navên çiyayê Kurdistanê, Xelat Zozan û Cûdî bi nav kir.

Seydayê Tîrêj, gelek stranên folklorî bi rengekî nûjen hûnandiye. Ew stran ji mirinê bi hunerek pir mezin û bilind hûnandiye. Mîna: Siyamend û Xecê 335 cotmalik in, Sîpan û Perwîn 400 cotmalik in û Ciwan û Kejê jî 421 cotmalik in.


Koça dawî ya Tîrêj

Di 23’yê Adara 2002’an de saet 20.00‘an de, li nexwêşxaneya Dr. Îsam Bexdê ya li bajarê Hesekê helbestvanê Kurd Seydayê Tîrêj jiyana xwe ji dest da. Tîrêj ji aliyê dehezaran kesî ve li gundê xwe Gir keftar hate definkirin. Tîrêj bû dibistanek ku bi dehan helbestvan bûn şopdarên diya wî. 




BÊRÎVAN BEYAR/HESEKÊ