. Hemû gotin û dîmen, ji bo me dibin peyamên jiyanî û nîşanî me didin ka em ê girêdayî kê û çi bin. Nîşanî me didin ka em ê ji bo çi hez bikin, rûmetdar bibînin û heta dawiyê girêdayî bimînin. Niha di van rojên Tebaxê de karwanê fermandarê rûheyv Egîd li çar parçeyan belav bûye û hemû rojên Tebaxê li ser şopa 15’ê Tebaxê vediguherîne destkeftiyên dîrokî. Bi sedan, bi hezaran rêwiyên riya azadiyê xwe li sekn, rû, gotin û kirinên Egîd digirin û berê xwe didin çeperên rûmet û hebûnê. Cîhan, qada şer û cengê ye her dem.
Di her roj û demsalek xwe de bûyer û dîmenên nejibîr dihewîne û pêşkêşî dîrokê dike. Ew bûyer û dîmen bi hin kesayetan xwe digihîjînin nifşên pêşerojê. Kesên ku di rojên man û nemanê de, di rojên şer û cengê de bi fikir, zikir û kirinên xwe yên mafdar û rast li pêş in; dibin nav û nasnameya civak û neteweya xwe. Ew kes in ku çerxa felekê ya şaş dizivirînin û berê wê didin rastiyê. Ji ber wê, gelek ji wan bi temenê xwe yê kurt jî dikarin jiyanê ji her alî ve dagirin û bibin bersiva hemû pêdiviyên însanî yên civakan. Dibin hest, raman, sekin, hişyarî û nav û dengê ku tu carî ji bîr nabe.
Dema ku 15’ê Tebaxê tê gotin, ji bo Kurdan hebûna neteweyî ji nû ve zindî dibe û ew dema ku bûye sedema zindîbûnê, bi hemû şewq û şemala xwe ve ji wan salên dûr û dirêj ku her yek ji wan wekî dehan salan e tê xwe li jiyanê bi cih dike. Lewre ew roj destpêka isbata hebûn û vegera jiyanê ye… Destpêka bersiva dagirkeriya li ser ax, çand û ziman e…
Destpêka bersivbûyîna ji xwe re ye. Piştî 30 salan jî şeva 15’ê Tebaxê bi şan û şerefa xwe hê zindî ye û li Kurdistanê di her salvegerê de xwe bi çalakiyên pîrozbahiyê û vegotinan ji nû ve dide jiyîn. Ji nû ve dibe coş û heyecana guleya yekem û li dilê dagirkeriyê dikeve. Ji dilopek deryayek afirî û her derê da ber xwe. 15’ê Tebaxê navê gava yekem a jiyanîbûna parastina Kurd û Kurdistanê ye. Ev jiyanîbûn, roj bi roj bi ronahiya guleyên şeva Tebaxê derdora xwe berfirehtir dike û her derê dike keleha parastinê. Me hemûyan encama guleya yekem careke din li Şengalê dît. Ger ku wê guleyê mohra xwe li dîrokê nexista, nebûya destpêkeke nû, dê trajediya Şengalê ku hê jî berdewam dike, bêxwedî bimaya û komkujiyeke din di rûpelên reş ên dîrokê de cihê xwe bigirta. Kes, dem û mekan bi hin bûyeran mohra xwe li dîrokê dixin û destkeftiyên girîng diyarî civakan dikin. Ji bo Kurdan jî yên ku divê qet neyên jibîrkirin û her kêlî layiqê bîranînê ne şehîd in. Lewre şehîd, temînata rastî, riya jêveneger û tîrêjên şeva Tebaxa Kurdistanê ne.
DÎLAN AYDIN