M. Xeyrî Dûrmûş
Dep (Karakoçan) bajarekî gelek biçûk û xweşik e, lê gulên li wir vedan, hetanê bê gotin mezin, berz û payebilind in. Dijmin ev rewş dizanî, lema li gel nijatperest û dîndarên bingehên sentêza Tirk- Islam, di salên heftêyî de çepgirên tirk xist wî bajarî. Wan çepgiran bîrdozên xwe wek çareserî û Tirkiye jî mîna navenda şoreşa cîhanê pêşkêş dikirin. Li gel wê zimanê tirkî jî mîna zimanê înternasyonalê derixistin pêş. Her nirxê me û bi zimanê me axaftin wek nijatperestî lanse dikirin. Wan xwendekarên di wan dibîstanên wek baregehên leşkerî de bi formeke yênîçeriyên nû dihatin perwerdekirin, dixistin dafikên xwe. Lema van ciwanên bişaftî bi koranî her nirxê tirkayetê yan di bin navê enternasyonalîst, yan jî a ometa îslamî dipejirandin. Lê her nirxên Kurdan û bi Kurdî jî wek nijadperestî dinirxandin. Ji bo parçekirina wan mejiyên yênîçeriyên nû, tevgera şoreşgerên Kurd wek panzehîrek bû. Lema em bi hemû hêza xwe ve di bin perên wê tevgerê de dixebitîn.
Diwan rojên bi kelecan de gava ez derkatim çarşiyê, li wir rastê giyanpakê evîna dilan Bakî Kahraman ê dilsoz, rûgeş, helîm û zarxweş hatim. Wî ji min re: "Mamoste îroj semînereke Halkin Yolu li ser kêşeya netewî heye, tu jî were." Got. Ji xwe ez jî li nîqaşên wisa digeriyam. Gava saeta semînerê hat, min berê xwe da "Komala Çanda Tirk" ya mîna kuleke xedar li ser vê xaka pîroz hatibû demezrandin. Gava min nêzikî li komalê kir, Rewanpakên fermandêrên li asûmanên me Mehmet Güler (Sînan), Nazim û Bakî Kahraman li ber derî di formekî nobetgirtinê de bûn, bi balên kur her der radiçavandin. d. Min hêdîka ji pilingên çiyan Bazên zozanan Sînan pirsî, ka ew çima naçin hundur û li der rawestiyane. Wî di wateya "Hiş be!" de destê xwe da ser devê xwe. Min êdî fêm kir tiştekî heye, lê çi!.. Ez derbasê Hundir bûm.
Ev çend sal bûn, min ew biçûk û delaliyê malê, şêrê bi azadî û gelek bi serbestî mezinbûyî, Gernasê mêran Delîl Dogan nas dikir, lê ev cara yekem bû ku min bişkovên çakêtê wî pevxistî, di semînereke wiha de li pê, wek leşkerekî li hizûra Fermandar de rawestiyayî didît. Belê ji semînerdar û guraniya gohdaran bêtir vê bala min kişandibû. Ev wekî pirseke ketibû mejiyê min. Gelo çi bûye! Kê hatiye? Ev siyaneta vî gernas û kirdanê mêran, vî kesê azad û serbest ji bo kê bû. Tiştekî balkêşê din jî, rewşa wî semînerdarê Marksîstê Kemalîst bû. Niha çima gotinên wî wisa lerizandî û şermok ji devê wî derdiket? Reng jî avêtibû. Yan ketibû nava kelecanê!…
Li cem Delîl çend hevalên din jî hebûn, wek hevalê Zaza, Pilingê çiyayê qirûcê Giyanpakê fedekar Salîh Kiliç û hîn çend kesên din wek çeperek rawestiyabûn, çawa ku kesekî biparêzin. Ji bo ji vê nûgeriyê bifilitim, min ew guraniya qelaşt û nêzîkê wan bûm. Peyayekî porê xwe li ser hêla çepê ber bi pare ve şekirî, çakêtek gewr lê, çavên girên reş ên jê zanyarî û hêvî dibarî, simêlê di bin pozê Kurdî de rûyê wî yê geş xemilandî, lêvên ji firça nîgarkêşê herî bi nav û deng derketî, bi wê devkeniya xwe ve wek heyva çarderojî dibiriqî. Bi helwesteke bi xwe bawer li pêş hevalan rûniştibû, bi baleke kûr li semînerdar gohdarî dikir, carna bi qelemeke di destê xwe de li ser belgeyek bi nivisandineke doxtorî têbinî datanî. Gava semînerdar li wî dinêrî gotinên xwe dikir nav hev û ji rengek derbazê rengekî din dibû. Min êdî fêm kir ku ew tirîjek ji tirîjê hêviyê ye, xwe gihandiye vê xaka hêvî dagirtî, da bikane jiyaneke nû li vir bide vejînê. Le kî ye?..
Gava ew kêliya got û bêjê hat, wî tirîjê rojê mafê axaftinê girt. Bi wî dengê xwe yê nerm, bi wan gotinên xwe yê bawerî dida mirovan, bi wê zanyariya xwe çav û dilên gohdaran vekir. Ew perdeya mijê ji ser mejiyan bela kir. Hemû bal û dêhna guhdaran kişand ser xwe. Da gotinek semînerdar bigota nemabû, ji binkeftinê ditirsiya, rabû, komal cîh hîşt û wenda bû. Ew tirîjê hêviyê rabû û dest bi axaftinê kir. Ew bejna wî ya dirêj wek tîtal, ew rûgeşiya wî bê gotin hîkarî li mirovan dikir. Ez êdî têgîhîştim ku ev tirîjek ji navendê ye, le kî ye? Min caran navê hevalan nedipirsî, lê vê carê nûgeriyê ez bernedam. Min dîsa jî xwe girt û ne pirsî. Paşê yekî ji min re got ku Ev M. Hayrî Dûrmûş e. Ew roj e, ev roj e, ez hîna di bin bandora wê rawestan, wê axaftin û wê rûgeşiya wî de me. Ez bi vê nivîsê rewanpakên 14. Tîrmehê bi rêzdarî bi bîr tînim.
Tirîjek li asûmanê welatê me
‘’Li ser kêlikê min deyndarê welat binivisînin“