Dema Mirovên Hişmend (akîl) diçin Duzceyê Serokê Komala Koçberên Balkanan radibe, ala bîzansayan (niha ya Tirkan e) ya bi heyv û stêrik hildide û bi navê wê Komala Balkaniyan Mirovên Hişmend protesto dike.

Li gor lêkolînan li keviya zerya reş genên Asyayî tune. Lê nijadperestên Tirkan yên herî tûj ji wir derdikevin, her wisa êrişkar jî. Wê parlamentera CHP ya kalik Yunanî, gotibû; "netewa Tirk û gelê Kurd nikanin bibin wekî hev." Baxçelî ji bo vê pêvajoya aşitiyê dibêje; "ev ji Tirkayetî re îxanet e!"
Di vê destpêka pêvajoya aşitiyê de, bi carê ve nîqaşa peyva "Tirk û rengê wê" derket pêş, hima bigire çawa birîneke nuxumandî bi carê ve der bûbe. Rabe Tirk, rûne Tirk, kî ye Tirk(?!)
Rast wê çaxê ev Tirk kî ne?
Enîzoq, porzer, por reş, poz Arnawidî, çav Bûlgarî, rûçik Yêmenî, mejî kiliçdaroglîlî, Roma û Sîntiyên Mekedonyayê, serokê komala koçberên balakanan, yan jî ÎP û TKP?
Niviskar, kolomnîst û rewşenbîrên Tirkan jî cudahiyeke di bin navê Tirkên din (rengê wan nayê gotin; reş, sor, gewez!) û "Tirkên sipî" ên pozbel de dikin.
Dema polîtîkvanên wan devên xwe vedikin, bi serbilindî behsa heftê û pênc mîlyon Tirkên li Anatolyayê dikin. Di dîroka wan a nivisandî de tê îdîakirin ku Tirk ji navenda Asyayê hatine û şekl û şîmalê wan wekî moxolan xûya dikin.
Genologan li pey lêkolîneke bi salan bi zanistî zelalkirin ku li Anatolyayê tenê ji sedî sê genê asyayî hene. Ev nayê wê wateyê ku sedî sê Tirk in, lê em wisa bipejirînin. Ev dike du mîlyon. Niha ev 73 mîlyonên ku wek Tirk tên hesibandin kî ne? Gelo di nava Tirkên spî de genên Asyayî hene? Wek mînak di xwîna kesên wek E. Ozkdk, Çolaşan û parlementerê MHP'ê de genê Asyayî hene?
Bi salan e ku nexweşiyeke di nava Kurdên nîv asîmîlekirî de heye, hima çawa ketin tengasiyê, bi sê telaqan sond dixwin û dibêjin em "Tirkmen" in. Ev jî gelek baş tê zanîn ku ji sedî nodê Tirkmenan Îraniyê Rojhilat in (eşîrên soxdiyan).
Di zarokatiya min de hin êlên Roma dihatin li gund û warê me dadianîn. Gundî ji wan neditirsiyan û bi wan re dostî jî dadianîn. Lê êlekî hebû ji wan re �Tirkman� digotin. Dema ew êl bihata gund û warê me, her kes li ber zarok û malên xwe disekinîn, ta ku wan bardikirin û diçûn. Lewre wan hem dizî dikirin û hem jî zarok direvandin. Gelo ew Kurdên ji Kurdîtiya xwe direvin û ji xwe re "Tirkman" dibêjin ji vê êlê ne?
Her çendî bi min nesekiniye jî, xêr û guneh li stûyê gotiyan, dibêjin; fesdî jî emrê xwedê ye. Lema em jî hinek ji bo fesadiyê li bingehê vî navî "Tirk" binêrin:
Li gor Profesorê wan yê bi navê Erol Gungur: �Bav û kalên Tirkan berê mîladê ne gel bû, eşîr eşîr bû, ji wê ew ne bi navê Tirkan dihatin binavkirin, tenê navê eşîran hebû.� Cara yekem bi aliyê Goktirkan ve di sedsala şeşan ya paş mîladê wek �turuk� hatiye bikaranîn. Ango cara yekem di nivisa çînan ya ku wan ji kaxan Îşbara re şandine de heye!�
Min  demekê (1978 -80) ji gelek kalên Kurdan yên li zozanan û gundan dijiyan pirsî bû, wan ji Tirkan re �tûrek� digotin, heta yêkî wiha gotibû: �Yên wan tim tûrên talan û derewan li milê wan e, lema navê wan jî tûrek e!� Gelo �Turuk� û �Tûrek�/ �tûran û tûrek� ne heman peyv in. Lewre di nava gokTirkan de gelek mirovên esil Taxorî hebûn, Taxorî jî gelekê Îranî ye û di zimanê wan de jî tûr tûr e.
Bê vê angaşteke din jî heye. Li gor hin lêkolîneran jî ev peyv rasterast ji peyvên Çînî  丁零 (Pinyin: dīng líng), 丁霊 (dīng líng), 敕勒 (chì lè), 鉄勒 (tiě lè) tê.
Zanîna ez dizanim ji gelên esl û neslê xwe dizanin, zirar nayê. Ango kesên bi rastî jî Tirk in, ne li dijê mafê Kurdan û kêm netewan in. Tenê ew kesên devşîrme, ew kesên ku bi her awayî dixebitin ku di bin dirûşmeya �Vatan� Mîlet� Sakarya...� de bi hestên mirovên niha ji xwe re Tirk dibêjin; bilîzin, zirarê didin dostî û biratiya gelan.