Wezîrê Karê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drîan diyar kir ku Lîbya li ber Sûriyebûyînê ye û got, "Di nava hêzên leşkerî yên Sûriyeyî de ku bi Tirkan re tevdigerin" berpirsyarên berê yên DAÎŞ'ê jî hene. Wezîrê Karê Derve Le Drîan li komîsyona hêzên çekdar, parastinê û têkiliyên derve ya Senatoyê axivî û got, "Lîbya li ber şerekî navxweyî ye. Lîbya li ber Sûriyebûyînê ye. Ne tenê Sûriyebûyîneke sembolîk e, ji ber ku hêzên piştgiriyê didin Hikumeta Ahengiya Neteweyî ya Fayîz el Saraj, ew hêz in ku ji aliyê Tirkan ve li herêma rojavayê Lîbyayê weke milîs tên birêxistinkirin, ew şervan in ku bi balafiran ji Idlibê ber bi Lîbyayê ve hatine birin. Ew hêz in ku dûvikên Tirkiyeyê ne. Ev yek rewşeke awarte ye." Li Senatoyê hate pirsîn, ku rîsk heye ku endamên DAÎŞ'ê ji nû ve xwe bigihînin Ewrûpayê, Le Drîan got, "Di nava leşkerên Sûriyeyî de yên bi Tirkan re ne, dibe ku berpirsyarên berê yê komên cîhadîst hebin. Ji ber vê yekê rewş giran e." NAVENDA NÛÇEYAN