Li bajarê Elmanyayê Dortmundê, nijadperestê Tirk ê bi navê Aşir Atalay, Îbrahîm Demir ê Kurdistanî bi derbehişkan qetil kir. Li navenda Dortmundê tenê 300 metroyan dûrî mala xwe li Adlerstrasse, saet 01.05’an êrişî Demir ê bi eslê xwe ji Midyadê kir. Di encama êrişê de Demir hat qetilkirin. Êrişkar bi xêra qeydiyên dikanên li derdorê hat tesbîtkirin û girtin.
Êrişkarê Tirk ê nijadperest Aşir Atalay 39 salî ye. Dayika Îbrahîm Demir, Şahîze Demir ji me re got, beriya bê kuştin diyar bû hin pirsgirêkên kurê wê hebûn, û gava ew bi ser kurê xwe de çûye, wî jê re gotiye, ”Yadê serê xwe jê neêşîne, ew ê te bikuje.” Birayê Îbrahîm Demir, Hasret Demir jî got, parêzerê wan bi dozger re peyiviye. Dozger gotiye êrişkar sûcê xwe qebûl kiriye û wê girtî bê dadgehkirin.
DORTMUND