Çeteyê Tirk Ebû Elî Tirkî ku bi navê’Omer Bin Xetab’tê nas kirin di şerê li gundê Siwêdiya Xerbî û Til Semin de hat kuştin. Çeteyên DAIŞ`ê di berbangê de êrîşe çeperên li bajaroka Til Semin û gundê Siwêdiya Xerbî kirin. Di encamê şer de 15 çete hatin kuştin û gelek cenazyên çeteyan ketin destê şervanên QSDʹê. Li ser cenazeyê çeteyekî, nasnameya ku wî beriya niha bi mehek û nîvekê girtibû hat dîtin. Di nasnamê de tê xuyakirin ku çete Tirk e.
REQA