Girtiya nexweş Sabîha Uzun ji bo ku bi Tirkî nizane li nexweşxaneyan nayê dermankirin.
Sabîha Uzun (58) ku li taxa Firatê ya Nisêbînê ya Mêrdînê dima, meha Adarê bi îdîaya ku îxbar li ser heye avêtin bi ser mala wê de û tewqîf kirin.
Sabîha Uzun ku îfadeyên şahidên veşartî li ser hene, dema berxwedana xwerêveberiyê mala xwe bernedabû û ji bo vê jî tê sûcdarkirin.
Tim û daîm wê radikin nexweşanê
Diyar bû ku Uzun a ku ev 5 meh in li Girtîgeha Tîpa E’yê ya Mêrdînê girtî ye, bi nexweşiyên giran e. Sabîh Uzun ji ber strêsa ku dijî devera zeniya wê werimî ye, her wiha hate gotin nexweşiya dil û şekir jî bi Uzun re heye û tim û daîm wê radikin nexweşanê.
Ji ber wergêr nebûye
Uzun çend heftiyên bihurî jî rakirin nexweşxaneyê ji ber sedema ku wergêrê Kurdî nebûye, nehatiye dermankirin. Uzun ji ber sedema ku bi ku bi Tirkî nizane tehdeyên dewletê li hepsê dibîne, wergêr jî nadin û rontgerên nexweşxane jî bi zorê digirin. n MÊRDÎN