Rojnameya navdar a Brîtanî The Independentê jî cihekî fereh da vê nûçeyê. Rojnameyê cih da îdîayên serokwezîrê Tirk Ahmet Davutoglu, yê ku dibêje, êrîşa wan li dijî hêzên li Ezazê ji bo wan tehlûke di çarçoveya angajmanê de pêk hatiye. 

Rojname daxuyaniya berdevkê Wezareta Karê Derve ya DYE´yê John Kirby jî bi bîr xist ku bang li herdu aliyan kir ku tansiyonê kêm bikin û bang li Tirkiyeyê kiriye ku topbaranê li dijî Rojava rawestîne.  

Rojname cih dide daxuyaniyên fermandarên çeteyan jî ku dibêjin, ketina balefirgeha Minix ji bo wan derbeke mezin bû û rewş ji bo wan gelekî xirab kiriye.

Rojname bi berferehî cih dide manovrayên siyasî yên dewleta Tirk ên ji bo wê yekê da ku YPG weke terorîst were îlankirin, lê ne DYE û ne jî hêzên mayî yên navneteweyî xwe nadin ber vê yekê. Rojname hewldanên Tirkiyeyê yên bi vî rengî dişibihîne kolana avê. 


 NAVENDA NÛÇEYAN