
Hevseroka Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Besê Hozat li ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan a şidandî, xweseriya Demokratîk û êrişên AKP´ê li hundir û derve nirxandinên girîng kirin û got; “netew-dewlet dema wê derbas bûye û Tirkiye ber bi federasyonekê ve diçe.”
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat li ser pirsgirêkên ku di rojevê de ne ji hevalên me Pelşîn Gabar û Devrîm Amed re peyivî.
Tecrîda li Îmralî dijmirovane ye
Hozat got, “Konsepteke pir taybet li dijî Rêber APO û qirkirin li dijî Gelê Kurd tê meşandin. Konsepte ku li Îmralî yê tê meşandin, plana qirkirina gelekî ye. Ji ber ku Rêber APO Rêberê Gelekî ye. Helwêstên ku li himber Rêber Apo tên nîşandan, nêzîkatiyên li hember gelê Kurd in. Di 5’ê Nîsan’a 2015 de hevdîtin bi Rêber Apo re hatin qutkirin, mabest ew bû ku tevgera azadiyê îmha bikin, qirkirina siyasî û çandî li dijî gelê Kurd bimeşînin. Ev şer bi tecrîtkirina Rêber Apo destpê kir. Dewleta Tirk biryar û plana şer, tecrîtkirinê xist dewrê. Ev bû salek tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin. Em niha nizanin ka Rêber Apo di çi rewşê de ye û ti agahî jê nayê zanîn.”
‘Ji bo azadiya Ocalan têkoşînê xurt bikin’
Besê Hozat îşaret pê kir ku di heman demê de malbat jî ahtiye asteng kirin û ev yek elaqedar kir bi hebûna konsepteke qirkirinê li dijî Tevgera Azadiyê û gelê Kurd ya giştê re. Hozat xwest li dijî vê konseptê berxwedan û têkoşîna heyî were xurtkirin û “li ser esasê bi dawîkirina tecrîtkirina Rêber Apo, azadiya Rêber Apo” were meşandin. Hozat çalakiyên bi vê armancî yên li Ewrûpa bi girîngî nirxand û silav kir û hem jî xwest ku tevlîbûna nav van çalakiyan were xurtkirin, nexasim yên li ber Dadgeha Mafê Mirovan a Ewrûpî û saziya pêşîgirtina li Êşgencê ya Ewrûpî CPT´yê.
Hozat weha dewam kir: “Divê Gelê Kurd, dostên Gelê Kurd, jin, ciwan û tevayî gelê ku azadî, aramî, aşitî û wekheviyê dixwaze li ser piyan be. Têkoşîn mezin bikin ku heta encam were girtin divê ev berxwedan û tekoşîn bê meşandin.”
‘Cizîr û Sur kelha Berxwedanê ne’
Hozat, bal kişand ser Berxwedana Xweseriyê demokratîk jî di axaftina xwe de û got, “Berxwedana Cizîra Botan, Sûr, Silopî, Hezex û Nisêbînê berxwedaneke mezin heye. Pêwîst e ku ev berxwedan mezintir bibe û giştî li Kurdistanê belav bibe. Dîsa li bajarê Tirkiyê bi milyona Gelê Kurd heye, divê li wan deran belav bibe.”
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK´ê Hozat, tecrîtkirina Ocalan weke polîtikayeke giştî ya li dijî tevahiya gelên Tirkiyeyê bi nav kir, got, polîtîkaya qirkirinê li dijî Gelê Kurd li dijî Gelê Tirk e jî û weha dewam kir: “Hukûmeta AKP’ê bi giştî demokrasî ji holê rakiriye. Rejîmeke dîktator û faşîzm heye. Niha li ser Tirkiyê tê ferzkirin. Îro koalîsyonek heye, koalîsyoneke ku AKP, MHP û hin beşên ku ji xwe re dibêjin neteweperest. Jixwe rejîm bi xwe faşîst e. Armancên wan zelal in. Qirkirin û îmhakirina gelê Kurd, ne tene ji aliyê çandî ve ye. Di heman demê de ji aliyê fîzîkî ve jî tê meşandin.”
‘Gelê Kurd dikare yekalî sîstema xwe birêxistin bike’
Hozat bal kişand ser dîroka înkar û îmhaya li ser Gelê Kurd meşandî û got, plana qirkinê ya niha di heman deme de li dijî Rojavayê Kurdistanê jî tê meşandin û bi temamî li ser dijmîntiya hemû nirxên Gelê Kurd e, dixwaze hemû nirxên Gelê Kurd ji holê rake. Hozat îşaret pê kir ku gelê Kurd vê plana bi armanca tinekirina tevahiya destketiyên Kurd dibîne û weha dewam kir: “Ji ber vê li Herêma Botan, Amed û Kurdistanê giştî, li himber vê serîrakirinek û berxwedaneke pirr mezin heye. Gelê Kurd neçar e bibêje ez vîna xwe radestî vê pergala îmha û înkarê ya li dijî Gelê Kurd, vê rejîma faşist nakim. Ji bo vê jî Gelê Kurd îrada xwe nîşan da, xweseriya xwe îlan kir û got, ez ê xwe bi xwe bi vîna xwe xwe birêve bibim.”
‘Ferqa MHP û AKP´ê Nîne’
Besê Hozat li ragihandina xweseriyan jî got, “Gelê Kurd yekalî dikare sîstema xwe birêxistin bike û parastina sîstema xwe jî bike. Pêwîst e ev berxwedan li her cihê Kurdistanê mezin bibe.”
Hevseroka Konseya Rêveber Besê Hozat, da zanîn ku niha ferq û cudahî di navbera MHP’ê û AKP’ê de nemaye û wiha dewam kir: “AKP ji aliyê hişmendî û siyasetê de bûye MHP. Heta dawî netewperest û nijadperest e, niha li Kurdistan pirr eşkere tê dîtin. Ji xwe AKP bi desteka MHP’ê 1’ê Mijdarê bi ser ket. MHP´ê got, konseptê îmha û înkarê li ser gelê Kurd bide meşandin heta dawiyê ez ê bi te re bim. Çi li Bakurê Kurdistanê û çi jî li Rojavayê Kurdistanê, ez ê heta dawiyê bi te re bim û ez ê destek bidim te. AKP hem faşîsta kesk û hem jî ya reş e. Ji ber ku her du jî naxwazin siyaseta demokratîk pêş bikev. Tiştên difikirin îmha û tunekirin e.”
Berxwedan bi ser dikeve
Hozat, di dawiya axaftina xwe de balkişand ser çalakiya Enqerê û wiha dawî li axafitna xwe anî: “bi çalakiya Enqerê dewleta AKP dixwaze dest werde Rojava. Dixwaze NATO û hêzên Rojava bîne beramberî hev. Ev demek pir dirêj e ku provakasyonan jî dike. … Tirkiye niha jî dixwaze ku êrişî kantonên Kurdan bike. Siyasetek qirêj li hemberî Gelê Kurd dide meşandin. Lê pêşeroja dewleta Tirk jî ber bi federasyonekê ve ye.
Bêyî guhertin ti pergal nabe
Besê Hozat li ser siberoja Tirkiye, Iraq, Sûriyê jî îşaret bi guhertina sîstema siyasî kir û weha peyivî: “Divê ku Tirkiye vê zanibe. Pergalek hişk û netewe-dewlet li Tirkiyê jî êdî nabe. Tirkiye jî di vî aliyî de we biguhere. Sûriye jî ber bi federasyonê ve diçe. Rojava dibe heremeke xweser. Di nava federaliya bakûrê Rojava de pergala xweser çê dibe. Suryan, Ereb dikarin xweseriya xwe ava bikin. Heremek xweser jî Rojava ye. Iraq jî û Sûriye jî ber bi vê rewşê ve diçin. Li derveyî vê modela ne Sûriye, ne Iraq ne jî Tirkiye bêyî ku biguherin pergal çênabe. Li ser vî bingehî pergaleke xweser li Tirkiyeyê çêdibe. Ji sedî sed ez nabêjim wê federasyon be. Gelê Kurd li Tirkiyeyê heye, doza xweseriya demokratîk dike. Divê ku gelê Behra Reş û Kurdistanê li ser daxwazên xwe divê ku xweser bin. Gel vê dixwaze. Divê ku dewleta Tirkiyeyê jî li ser vê bingehê were guhertin. Ev ji bo pêşeroja Tirkiyê jî divê ku were kirin. Ji ber ku temenê wê zêde dirêj nîne. Ev sîyaset dide windakirin. Ya na wê rewşa Tirkiyê bibe weke ya Sûriyê û Iraqê. Li hemberî konsepta şer û îmhayê heta dawiyê wê gelê Kurd li berxwe bide. Em ê jî heta dawiyê li ber xwe bidin.”
AKP Tirkiyeyê ber bi parçebûnê ve dibe
Besê Hozat polîtîkayên AKP´ê dinirxîne, dibêje, ev polîtîkayên AKP´ê Tirkiyeyê ber bi parçebûnê ve dibin û rewşa heyî jî weke şerekî navxweyî bi nav dike. Li ser rewşê Hozat weha peyivî "Di esas de netewe-dewleta Tirk li holê nemaye. Krîzeke pirr kûr a netewe-dewleta Tirk heye. Rewşa têkoşîna Gelê Kurd, tekoşînê derdorên demokratîk vê xitimandinê nîşan dide. Çiqasî tekoşîna demokrasiyê li Tirkiyê xurt bibe û bi hêz bibe, wê ewqasî jî ev tehlûke ji holê rabe."
Bi van tesbîtan Hozat îşaret bi girîngiya pêkanîna bereyeke demokrasiyê bi HDP, HDK û kesên ji derve destekê didin û weha peyivî: "Polîtîkaya dewleta Tîrk gel xistine hundirê felaketeke mezin. Rewşa Tirkiyê ji ya Sûriyê bi xetertir dibe. Sedema vê polîtikaya AKP ye. Konsepta îmha û înkarê wê parçebûnê bixwe re bîne. Çiqas têkoşîna demokraisyê xurt bibe, wê Tirkiye ji van aloziyan rizgar bibe."