Dibêjin; “yên werin talanê nadin emanê” dema ew bi fermana axayên xwe jî hatibin, li gel wê dest û lingên xwediyê malan girêdayîbin, êdî li gor dilê xwe bar dikin, xêz dikin û dipîvin. Mark Sykesê îngîlîz û Georges Picotê fransiz jî di dema şerê cihanê yê yekem de li Rojhelata Navîn ev kirine û navê wê jî Peymana Sykes Picot danîne.
Ev peyman bêbextiyeke li gor berjewendiyên Fransiz û Îngîlîzan bû. Kurdistan û Rojhilata Navîn li gor vê hatibû parçekirin û li dijê daxwaziya gelen, ji eşîr û malbatan dîktator ji bo rêvebirinê van parçeyan hatibûn afirandin. Dibe navê yekî Sadam be, yekî Esad, yê din Erdogan be, rastî naguhere. Bi tekoşîna gelan û nedadîyê dîktatôrîyayan, Iraq û Sûrî bi erdê ve bûn yek. Li hember hemû xwînxwarîyên li ser tiliya eniya sûnî dilîst jî Kurd di gelek waran de bi ser ketin. Niha jî ev bûye tirsa dilê dagikerên tirk û Îranê.
Dewleta dagirkerên tirk ne tenê li gor vê peymanê, li ser xwîna gelan hatibû avakirin. Jiwê jî tenê dikanî bi bîrdozeke nijadperestê dij mirovî, baweriyeke xapînok, li ser înkara gel û çandan heyiya xwe bidomîne. Wê piraniya gelên Anatolya di nava xwe de bi kotekê heland. Lê gelê kurd ji nav kavilên xwînê ji nû ve vejiya û bi raperîna xwe ya demdirêj û dijwar ji nû ve wek hêzeke hêviya hemû gelan tevahiya vê peyman û pergala dagirkeriyê ser û bin kir.
Dagikeriya Tirk ket nava tirseke têkçûnê. Lema ji bo fetisandina tevgera kurd di divêtiya xwe ji nû ve rêorganîzekirinê de ma. Vê jî pere nekir. Di encamê de hêviya xwe bi îslamîstan ve girêdan û gihîşt xala dîktatoriyê. ji bo vê niha di nava dek û dolaban de ne:
Tespît I: Dagirkerên tirk baş dizanin ku li Rojhilata Navîn du rê hene; ya divê ew li dij kurdan biserkevin, yan jî wan bikişînin aliyê xwe. Ew dixwazin şaneyên zindî bipelixînin, yên serîçemandî jî ji bo vê armanca xwe bikarbînin. Lema hewldidin ku berê kurdên birêkxistinkirî û giyan zindî bipelixînin. Ev hewldanên têkilîdanînê yên bê navber û bi destmaçkirinên bi Rûs, Îran, Irak heta Esad re, li gel wê têkiliyên NATO yê tev de ji bo armanca têkbirina Tevgera Azadî ye. Hetanê ku ew bi serkevin wê PDK û partiyên Bakur yê qaşo kurdewar ên xwebaqilên kêmaqil wek alavên xapandina bala kurd û bala giştî bikarbînin. Gava bi ser jî nekevin wê bi van partiyan re têk biçin.
Tespît II: Tirkiye ne tenê dagirkereke xwedan îdeolojiyeke nijadperestê faşîst e, ew xwe di neynika emperyalîstî de jî dibîne, lema qaşo Amêrîqayê texlît dikin. Li gor vê texlîtê ew jî dixwazin li cihanê bibin hêzeke sereke. Li Amêrîkayê pergala serokatî û du partiyan heye. Armanceke wan jî formeke vê texlît kirine. Jiwê Serokerkan berê bang Kiliçdaroglu kir ew û CHPa wê dan îknakirin ku piştî pelixandina giyana kurd wê li Tirkiyê wek Amêrîkayê tenê du partî bihêlin. AKP û CHP. Lema CHP wek canbazên li ser bend direqise û got: „Dijzagonî jî be, em ê ji rakirina parêzbenda parlamenteran re erê bibêjin.“ Ji ber vê xewnê jî di her rewşê de dixwaze xwe ji platformên HDP û kurd lê hene, dûr bigire.
Jixwe MHP di nava AKPê de helandin. Niha hewl didin ku bi girtin, kuştin, desteserkirinan HDP jî têk bibin û potansiyela kurdên polîtîze jî wek eleviyan muhtacê CHPê bikin.
Tespît III: Ev zagona pêşnûme ya ji bo pergala serokatiyê ne zagoneke texlîta Amêrîkayê ye, lewre li Amêrîkayê hin norm û saziyên demokratîk hene. Mînak: Pergala dadweriyê hetanî radeyekê serbixwe ye, ti serokê Amêrikayê nikane mudaxeleyê wê bike. Senato di gelek rewşan de dikane pêşî li planên serokê dewletê bigire.
Tespît IV: RTE bi tevahî di nava tewan û gemarê de lewitiye. Her çendî cihana bêdad ji ber berjewendiyên xwe bê deng jî be, ew ketiye nava tewanên şer yên ku li gor zagonên cezakirinê yên dada navnetewî divê were darezandin, ji wê di nava tirsê de dijî. Pêdiviya wî ji bo xweparastinê ango bi zagonên dîktatoriyê heye. Lema rasterast Zagona Suriyê ya ji bo serokatiya Hafiz Esad û malbata wî dabûn pejirandin wek pêşnûme di komisyona qaşo zagona bingehîn amadekirinê re hatiye derbazkirin û dixwazin wê bidin dengdan û pejirandinê. Jixwe parlamenterekî CHP ev pêşnûme û zagona bingehîn ya Sûriyê di meclîsê de xal bi xal rûberand. Gelek zelal bû ku wan Zagona Suriyê ya serokatiyê bi awayê pêşnûme di komisyonê re derbaskirine.
Serkariya AKPê rast nîşan dide, çeplêdixe. CHP jî bi xeyalên ku wê ew bibe hêviya hemû der û dorên bindest û demoqrat, piçek jî ji rastgiran deng wergire ketiye nava vê govenda RTE - AKP. Rastî ev e.