Înîsiyatîfa Rojnamevanên Azad (OGÎ) rapora xwe ya meha Gulanê eşkere kir. Di raporê de hate diyarkirin ku bi giştî 192 rojnamevan di girtîgehê de ne.

Di rapora meha Gulanê de hat gotin, Tirkiye di serdemeke krîtîk a hilbijartinê de ye û got, "Di hilbijartina heyî de rejim û siberoj tê destnîşankirin. Di guherîna serdemên rejîman û serdemên krîtîk ên birêxistinkirina civakan de çapemenî navgîneke stratejîk e."

Înîsiyatîfa Rojnamevanên Azad destnîşan kir ku rejîma AKP’ê bi ‘operasyoneke di dilqê aboriyê de dest danî ser Dogan Holdîngê, bi operasyoneke eskerî jî dest danî ser Matbaaya Gun û Rojnameya  Ozgurlukçu Demokrasî û wiha pê de çû: "Bi şaxên vê operasyonê yên cûr bi cûr êriş bir ser xebatkar û xebatên çapameniya azad. Li gorî hişmendiya xwe qaşo ew ‘bê bandor’ kirin.

Hejmara rojnamevanên girtî bûn 192

Di encama van êrişan de hejmara endamên Înîsiyatîfa Rojnamevanên Azad (ÎRA) yên di girtîgehê de derket 70 kesî û bi giştî hêjmara girtiyên rojnamevan jî bû 192 kes."

Li gorî vê kurteya Rapora Binpêkirina Mafên Rojnamevanan a Înîsiyatîfa Rojnamevanên Azad a meha Gulanê wiha ye:

192 rojnamevan di girtîgehê de ne

6 rojnamevan hatin binçavkirin

4 rojnamevan hatin girtin

37 rojnamevan ketin ber dozan

1 rojnameger kete ber lêpirsînê

25 rojnamevan hatin darizandin

3 rojnamevan, derbarê wan de 14 sal, 1 meh û 22 roj ceza hat birrîn

1 rojnameger jî hat derbkirin

Em Înisîyatîfa Rojnamevanên Azad ne tenê rapora binpêkirina mafên rojnamevanan amade dikin û parve dikin. Helwêsta me ya ji bo vê jî diyar e. Ew helwêst jî ‘helwêsta azadiya çapameniyê ye’. Di çarçoveya vê helwêstê de em bang dikin ku dawî li her cûre êrişên bi ser çapameniyê de pêk tên bên rawestandin û rojnamevanên girtî demildest serbest bên berdan.”

 ANF/AMED