Serokê Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan têkildarî hewldanên Tirkiyeyê yên ji bo astengkirina Kurdan a li Sûriyeya bi guhertinê re rû bi rû ye û destnîşan kir ku Tirkiye ketiye rewşeke wisa ku ji bo Kurd ên xwedî îdareya azad bipêş nekevin tiştek namîne ku nake.

Karayilan bal kişand ser rojavayê Kurdistanê û wiha got: “Polîtîkaya sereke ya Tirkiyeyê ew e ku pêşî lê bigire ku gelê Kurd ê li rojavayê Kurdistanê statuyeke makeqanûnî bi dest nexin.  Di demeke nêzîk de ji bilî PYD’ê 16 rêxistinên endamê Meclisa Neteweyî ya Kurd vexwendibûn Enqereyê. Hatiye gotin: “Em balafira dewletê dişînin, wekî mêvandar em we vedixwînin. Ev pêwendî ji ku tê? A rast ez bawer nakim ku ew biçin. Li rojavayê Kurdistanê Meclisa Gel a Rojhilatê Kurdistanê ku PYD jî tê de ye û Meclisa Neteweyî a Kurdên Sûriyeyê ku gelek partiyên cihê tê de ne, hatine ba hev û Konseya Bilind a Kurd ava kirine. Lê Tirkiye ji bo ku vê pêkhatinê ji holê rake tişta jê te texsîr nake. Helbet. Mînak; Wezîrê Karê Derve yê Tirk ji van 16 rêxistinan re dibêje: “Hûn PYD li derve bihêlin, em ê ji bo her cure mafî, heta ji bo mafê federasyonê jî alîkariyê bi we re bikin. Ji bo vê em ê giraniya xwe deynin. Tenê hûn PYD’ê li der bihêlin û bes e.”
Ji hêla din ve jî her cure derfên leşkerî, ekonomîk, dide rêxistinên ereb ên Sûriyeyê û ji bo bikevin pêvajoya xwebirêvebirina Kurdên Heleb, Efrîn, Serêkaniyê û bi ser wan de dişîne. Çeteyênên Serêkaniyê jixwe ji Tirkiyeyê hatine. Yanî dewletek belkî cara yekê ye ku bi awayekî hişkere piştgiriyê dide hin komên çekdar. Ev binpêkirin e. Lê ti kes zêde behsa vê nake, deşîfre nake. Beşek berfireh a medyaya Tirk jixwe alîgir e, ew xwe kerr dikin."

Girîngiya yekitiya Kurdan

Serokê  Konseya Rêveber a KCK’ê Murat Karayilan têkildarî yekitiya navxweyî ya Kurdan de ev tişt anîn ziman: “Di vê pêvajoya dîrokî ya girîng de yekîtiya netewiya Kurd pir girîng e. Lê hemû kêferatên di vê derbarê de( bi taybetî jî tevgera me gelekî helw da) encameke berbiçav yan jî ji hêla fermîyetê ve encamek derneket. Em êdî vê dibêjin: Hekê di platformên fermî de nikaribin werin ba hev û biryaran bistînin jî- ku astenga herî mezin a li pêşiya vê dewletê herêmê ne, rewşa konjokturel e- hemû tevgerên Kurd ên li parçeyên din divê di nav piştgirê ye de bin, divê polîtiya netewî û dîplomasiya netewî ji xwe re wekî armanc bigirin. Yanî beriya her tiştî li her parçeyî di civaka Kurd de pêşkeftinek heye. Yanî di civaka Kurd de êdî rêxistinên ku li gorî berjwendiya Kurdan tevnegere wê hurmetê nebîne. Herkes vê dibîne. Yanî herçiqasî di qada ferrmî de nikaribin werin ba hev jî li ser berjwendiyên netewî divê polîtîka werin meşandin, hemû rêxistinên Kurd divê pozîsyona xwe li gorî vê diyar bikin. Em niha li ser vê radiwestin.”

Dewleta Tirk statubûna Kurdan ditirse

Karayilan diyar kir ku gelên herêmê bi perspektîfa neteweya demokratîk, bi sîstema konfederala demokratîk bi awayekî xweristî dikarin bi hev re di nava jiyaneke wekhev û azad de bijîn. Armanca wan a bingehîn ev e û wiha axaftina xwe domand: “Lê ku ber bi vê neyên, heke dagirkerî rê li vê bigire, wê demê Kurd jî wê li çareya serê xwe bigerin. Herêma Rojhilata Navîn wê ji nû ve teşe bigire. Di vê teşebûna nû de gelê Kurd jî helbet wê hewl bide ku ji xwe re cihekî bibîne. Niha dewleta Tirk hem ji vê ditirse, diferihe û hem jî ti gavan jî nabêje. Dibêje: “ Li Başûr Kurdan statû bi dest xistin, heke li Sûriyeyê jî statuyekê bi dest bixin, vêca ez ê çi bikim." 

ANF/BEHDÎNAN