MILÎTAN KERKÛKÎ / ANF/KERKÛK
Di heyama bihurî de Sefîrê Tirk ê li Iraqê, Fatîh Yildiz çend caran çû serdana bajarê Kerkûkê. Di her serdanê de bi awayekî vekirî peyamên dagirkirina Kerkûkê dubare kirin. Di serdana herî dawî de ya bi hinceta ziyareta sûka Kerkûkê ya şewitî de, ev yek hê berbiçav derket holê.
Tirkiye tenê bi xeberdanê jî nema û mudaxeleyî rêveberiya bajêr kir. Niha li bajarokê Daqûqê ji bo perwerdekirina çeteyên Tirkmen, dest bi kar kiriye. Ya balkêş jî ew e ku hemû perwerdekar, efserên Tirk in.
Fêrî bikaranîna çekan dikin
Kesekî ji bajarokê Daqûqê ku bi eslê xwe Tirkmen e û nexwest navê xwe eşkere bike, agahî dan ANF’ê û got: “Tirkiye niha li bajarokê Daqûqê dest bi perwerdekariya komeke din a ji Tirkmenan kiriye. Ev koma çete jî li nava lîstingeha sporê ya bajarok e. Ev komên çete ji aliyê efserên Tirk ve fêrî bikaranîna çek û siyaseta Tirkîbûnê tên kirin.”
PDK’ê destûr daye
Heman kesî bi bîr xist ku rêveberekî PDK’ê yê bi navê Casim Mihemed Robîtan destûr daye ku ew efserên Tirk li nava wê stadyûmê perwerdeya eskerî bide komên çete yên qaşo ji bo parastina Tirkmenên Kerkûkê hatine avakirin. Çavkaniyê got, “Ev perwerdehî ev mehek û 3 roj in dewam dike. Di vê perwerdehiyê de çete fêrî bikaranîna çek û siyaseta Tirkiye tên kirin.”
Ji bo dagirkirina Kerkûkê
Çavkaniyê ANF´ê destnîşan kir ku ji bo van çeteyên Tirkmen hatiye gotin, amadekirina vê hêzê ji bo dagirkirina bajarê Kerkûkê ye; piştî perwerdeyê ew ê li cihekî nêzî Daqûqê bicih bibin, wê li ser navenda ku ew lê bi cih dibin jî alaya Tirkmen li ba bikin.
Gerek Tirkmen be
Çavkaniyê têkildarî mercên girtina çeteyan jî ev agahî dan: “Divê Tirkmen û ji Eniya Tirkmen be.” Çavkaniyê got, weke destpêk 532 hezar dînarên Iraqî ji her çeteyî re hatiye veqetandin û wê ragihand, ev pere û pêwîstiyên eskerî ji aliyê Tirkiyeyê ve tên dayîn.
Piştî serdana Sefîrê Tirk
Em bînin bîra xwe ku berê jî Tirkiyeyê gelek komên çete li Tirkiyeyê perwerde kirin û li Kerkûkê bi cih kirin ku hejmara wan 600 bû. Ya balkêş jî ew e piştî serdana Sefîrê Tirk, Fatîh Yildiz perwerdekirina van komên çete êdî li Kerkûkê dest pê kir.
Helwêsteke zelal nîşan nedane
Her diçe mudaxelekirina Tirkiye ya çi di warê eskerî û çi jî di warê siyasî ya li Iraq û bi taybetî jî li Kerkûkê de bi awayekî ber biçav eşkere dibe. Lê mixabin heta niha ne hikumeta Iraqê û ne jî ya herêmê ti helwêsteke zelal nîşan nedaye.