RÊNAS REMO / ANHA/QAMIŞLO
Tirkiye Dawud ji şêniyên Amûdê ye. Hunerê dirûtina cil û bergên Kurdî ji diya xwe fêr bûye. Bi vî pîşeyî debara xwe û ya malbata xwe dike. Her wiha Tirkiye Dawud bi rêya pîşeyê xwe dixwaze reseniya cil û bergên Kurdî biparêze.
Tirkiye Dawud a 62 salî, beriya 48 salan dema ku 14 salî bû, ji ber ku rewşa malbatê ya madî ne baş bû, ji dayika xwe fêrî vî karî bûye û alîkariya malbata xwe kiriye. Piştî zewacê wê pîşeyê xwe dewam kiriye û ji xwe re makîneyeke dirûtinê kiriye.
Tirkiye debara ma xwe kiriye û karîbû her 6 zarokên xwe jî li zanîngehê bide xwendin.
Li ser belavbûna diyardeya lixwekirina cil û bergên Kurdî, Tirkiye Dawud dibêje: “Di Newrozê de jinan cilên gelêrî li xwe dikirin, lê niha piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê, jinên herêmê bi hemû boneyan, cilên gelêrî li xwe dikin.”