Endama Koordînasyona TEV-DEM’ê Îlham Ehmed êrîşên li hemberî Kobanê nirxand û diyar kir ku Tirkiye bi plana xwe ya di ser Sûriyeyê re derxistiye holê hewl dide xeyalên xwe yên Osmantiyê bicih bîne. Ehmed da zanîn ku li pişt êrîşa li hemberî Kobanê yekser Tirkiye heye û got, “Bi taybetî Tirkiye li pişt vê komê ye û bi her awayî destekê dide van êrîşan. Daxuyaniyên Erdogan ên di van rojan de kiriye nîşan dide ku çiqasî li dû van êrîşan e. Dan xuyakirin ku ew li ser avakirina herêmeke tampon a li ser sînorê Rojava nîqaşan dikin. Êrîşên dawî yên li hemberî Kobanê piştî vê planê destpê kir. Yanî bi hêsanî dikare were gotin ku bi van êrîşên dawî re plan hatiye kirin Kobanê bê valakirin û herêma tampon li vir bê çêkirin. Ev rewş di daxuyaniyê wan de jî tê dîtin. Armanca wan ew e ku Kobanê vala bikin, biryargehên xwe li wir çêbikin û xwe bigihînin sînorên dema Osmanî.”


´DAIŞ xetereyek cîhanî ye´

Ehmed da xuyakirin ku Tirkiye bi desteka xwe ya ji bo çeteyan re planên pir alî kiriye, lê belê dema xwest bi komên çete re xwe bigihîne armanca xwe, hatiye nuqteya ku bikeve xefikên xetere yên hêzên navneteweyî. Ehmed got, “Tirkiye dibêje qey bi piştgiriya dida DAIŞ‘ê re wê xwe jê rizgar bike. Lê belê nabîne ku bi vê polîtîkaya xwe re roj bi roj xwe dixe rewşeke xetere. Ji ber ku sînorên terorîzmê nîne. Welatên ku lê bicih bûye, ti carî ewle nabin, ti carî di nava aramiyê de najîn. Armanca vê komê gelekî mezin e. Ne tenê ji bo herêmê ji bo tevahiya cîhanê xwedî armancekê ye.”

´Dijbertiya Kurd dikin´
Ehmed diyar kir ku Tirkiye veguheriye navenda çeteyên DAIŞ‘ê û got, “Kê ev kom li Tirkiyeyê bicih kir? Bi kîjan armancê bicih kirin û çima heta dawiyê destek danê? Wê vê yekê ji raya giştî ya cîhanê re çawa eşkere bikin? Ji bo êrîşî Rojava bikin, çima destûr ji wan re hat dayîn ku derbas bibin? Çima bi her şêweyî çek û cebilxane ji wan re hat ragihandin. Çima destûr ji wan re hat dayî ku li Stenbolê buroyan vekin û bixebitin? Ev hemû bi erêkirina rêveberiya Tirkiyeyê hatin kirin. Ev hemû karên Tirkiyeyê ne ji bo dûrxistina Esad ji rêveberiyê bû. Ji bo pêşî li îradebûyîna Kurdan bigire bû. Ji ber vê yekê polîtîkaya wê ya dijberiya Kurd, niha bûye belayê serê wê.”


´Tirkiye ne cidî ye´
Ehmed ragihand ku ji ber Tirkiye di pêvajoya çareseriyê ya ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hat destpêkirin de cidî nebû, bi destê van komên çete şer derbasî Rojava kiriye û destnîşan kir ku Tirkiye bi hincetên bêqîmet hewl dide dawî li pêvajoyê bîne. Ehmed da zanîn ku Tirkiye bi şer bersiv daye xeta Ocalan a demokrasî, aştîxwaz, azadiya herêmê, çandan, zayend, civak û gelan û axaftina xwe wiha dewam kir: “Di rêveberiya Tirkiyeyê de ji bo çareserkirina pirsgirêkê zîhniyet gavavêtinê nîne. Bi hincetên ku ji bo dawî li pêvajoyê bîne re, şer derbasî Rojava kir. Ev yek jî nîşan dide ku ew di pêvajoya çareseriyê de çiqasî cidî ye, çiqasî xwedî zîhniyeta çareseriyê ye. Tirkiyeyê bi daxuyaniyên xwe yên beriya niha re diyar kiribû ku ew ê rê nedin li Rojava vîneke cewherî derkeve holê. Li dû plansaziya êrîşên li dijî Rojava yên bi destekkirina çeteyan, ev nêzîkatiya stratejîk heye. Ji ber vê yekê têkoşîna bi destê çeteyan dimeşîne, têkoşînek li dijî proje û xeta jiyana bi hev re, siyaseta demokratîk û biratiya gelan e. Ev yek ji aliyê gelek derdoran ve tê dîtin. Li aliyê din, dixwaze xwe bigihîne sînorên dema Osmanî.”



SEYÎT EVRAN /  EFRÎN