Tirkiye di warê rojnamevanên girtî de, di rêza sêyemîn de ye. Rojnamevanên Sînornenas (RSF) Bîlançoya Salane ya Azadiya Çapemeniyê eşkere kir. Li gorî vê bîlançoyê zext û şiddeta li ser rojnamevanan didome. Di sala 2018’an de li cihanê 80 rojnamevan û xebatkarên çapemeniyê hatin qetilkirin.

Herî zêde li Hindistan, Efxanistan, Sûriye, Meksîka û Yemenê rojnamevan hatine qetilkirin. Di 10 salên dawîn de 702 rojnamevan hatine qetilkirin.

Di raporê de tê diyarkirin ku ji bo rojnamevanan xetera herî mezin şerên çekdarî ne, lê rojnamevan herî zêde li derveyî herêmên şer hatine qetilkirin. Di raporê de ji bo cezakirina sûcdaran bang li saziyên navneteweyî hate kirin.

Rekora Tirkiyeyê!

Li gorî raporê piştî Çîn û Misirê herî zêde li Tirkiyeyê rojnamevan hatine girtin. Di raporê de hate diyarkirin ku li Çînê 60, li Misirê 38 û li Tirkiyeyê jî 33 xebatkarên çapemeniyê hatine girtin. 

PARÎS