DÎREN YURTSEVER / MA / ENQERE
Parlamenterê HDP’ê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu, diyar kir ku ji bo girtiyên nexweş bên berdan, pêşnûma qanûnê amade dikin. Gergerlioglu da zanîn ku ew armanc dikin ku rê li pêş ATK’ê bigirin ku bi tena serê xwe biryarê nede û got, “Niha tê plankirin ku li Tirkiyeyê 255 girtîgehen nû çêkin. Dê bi vê yekê re binpêkirin 255 caran zêde bibe.”
Li gorî agahiyên ku Wezareta Dadê ya dewleta Tirk ji Komîsyona Girtîgehan a Meclîsa Tirkiyeyê re şandine, heta 15’ê Îlona 2018’an li Tirkiyeyê 449 heps hene û kapasîteya wan 211 hezar û 274 kes in. Li gorî daneyê Wezaretê, li van girtîgehan 254 hezar girtî hene. Li gorî daneyên wezaretê 40 hezar girtiyên zêde li hepsan tên ragirtin. Her ku hejmara girtiyan zêde dibe, binpêkirina mafên girtiyan jî zêde dibin. Parlamenterê Kocaelî û Endamê Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclisê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Omer Faruk Gergerlîoglu, bal kişand ser binpêkirina mafên girtiyan û şideta li hepsan. Gergerlioglu, anî ziman ku ew pêşnûma qanûnê amade dikin.
Gergerlîoglu îşaret bi pirsgirêkên li hepsan kir û paşê jî gotina xwe bir ser avakirina hepsên nû: “Ji krîza aborî herî zêde bandora xirab li sektora înşaatê bû. Lê projeyên dewam dikin tenê yên avakirina hepsan in. Niha tê plankirin ku 225 hepsên nû ava bikin. Yanî binpêkirina mafan wê 225 qat zêde bibe.
Giliyê binpêkirinên mafan zêde dibin
Gergerlîoglu da zanîn ku her diçe bêhtir miracaetên binpêkirin û tacîzan dibin û got, “Dixwazin girtî li ser piyan jimartinê bidin. Gelek girtiyên nexweş û felc hene. Di vê mijarê de gilî gelek zêde ne. Odeya bi sînger jî heye. Bi pirranî li van odeyan li mirovan dixin. Lêgerînê dikin ku mirov ji ber şerm dikin. Wexta hevditinê bi sînor dikin. Di hevdîtinan de tekmîlê li ser girtiyan ferz dikin. Bi armanca ceza bikin girtiyan sewqî cihê dûr dikin. Heta niha gelek girtiyan li girtîgehan jiyana xwe ji dest daye.
Girtiyên nexweş nayên dermankirin. herî dawî girtiyê nexweş ê pençeşêrê Mehmet Ozbir ku jiyana xwe ji dest da, ji bo biçe nexweşxaneyê di sibata 2017’an de daxwazname da. Lê gardiyan destûr neda. Di îlona 2017’an de çû nexweşxaneyê. Lê ji ber ku dereng çû nexweşxaneyê pençeşêr lê giran bû û destê wî jêkirin. Ozbîr piştî hat berdan jiyana xwe ji dest da. Dîsa jinek ku di dema xwe de nehat dermankirin jiyana xwe ji dest da. Gelek minakê vê yekê hene.”
750 miracaetên di ser înternetê re
Gergerlîoglu destnîşan kir ku nêzî 750 kesan miracaetî wan kiriye û got, “Ji sedî 80 der barê binpêkirina mafên girtiyan de ye. Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê, di vê mijarê de kar nake. Gelek miracaet bê encam dimînin. Gelek bûyerên giran tên ji me re. Ji van miracaetan xuya dibe ku binpêkirina mafan li hepsan zêde ye. Di miracaetan de li jina ducanî sîxurî ferz kirine. Heta niha 6 jinên ducanî hatin berdan, lê 15 jinên ducanî hêj girtî ne. Xizmên wan bi rêya înternetê miracaet kiriye. Bi sedan dayik tevî zarokên xwe girtî ne. Niha 700 zarok li gel dayikên xwe girtî ne. Me ji bo jinên ducanî û dayikên ku zarokên wan heta 6 mehî miracaet kir û miracaetan dikin jî.”