Meleyê mizgefta Qasimlo ya li Qamişloyê, Şêx Mihemed El-Qadirî ji ber ku zilmê li Kurdan dike û mafên wan ên rewa binpê dike, ji bo Tirkiyeyê got, “Ew dijminatiya Xwedê dike û bang li alimên Îslamê kir.
Xîtaba înê ya ku doh li Mizgefta Qasimlo ya li bajarê Qamişlo der barê çalakiya greva birçîbûnê ya têkoşer Leyla Guven û girtiyên siyasî yên di girtîgehên dagirkeriya Tirk de û kiryarên dagirkeriya Tirk li dijî mafên gelê Kurd de bal kişand ser xwe. Mele Şêx Mihemed El-Qadirî di xîtabe xwe ya nimêja înê de got, Tirkiye daxwaza mafên Xwedê dayî Kurdan bin pê dike û bi vê yekê, jî Tirkiye “Dijminatiya Xwedê dike.
Bi dehan şêniyên bajarê Qamişlo yê li Herêma Cizîrê, doh li taxa rojavayê bajêr berê xwe da mizgefta Qasimlo da ku nimêja xwe ya înê bi cemaetî bikin. Mele Şêx Mihemed El-Qadirî, beriya nimêjê ji bo xutbê, xîtabî cemaetê kir û di xîtaba xwe de îşaret bi gelê Kurd kir ku ji sed salan ji bo mafên xwe bi dest bixe, têdikoşe û wiha peyivî: “Ev maf mafên li gorî hemû ol û baweriyan rewa ne. Bi hemû rêbaz û rêyan mêtingeran hewl dida hebûn û nasnameya gelê Kurd qirr bikin, lê heta niha nikarîn vê bikin.”
Tirkiye pê li Îslamê kiriye
Mihemed El-Qadirî raber kir ku gelê Kurd bi hemû heyînên xwe da ku mafên xwe bi dest bixe têkoşîn kiriye û dev ji ya xwe jî bernadeye û got, têkoşîna gelê Kurd hê jî didome. El-Qadirî wiha diyar kir: “Îro bi hezaran ji gelê me yên di greva birçîbûnê de ne, di girtîgehên dagirkeriya Tirk de siyaseta dagirkeriya Tirk a faşîst a ku daîm hewl dide mafên me daqurtîne, şermezar dikin. Xwestekên mafan ji mafên ku Xwedê dane me, em jî li gorî rêbazên Xwedê mafên xwe dixwazin. Lê mêtinger vê binpê dikin û îdîaya alîgiriya şerîetên ola Îslamê ya Henefî dikin.” Wî wiha gotinên xwe dewam kir: “Ew (Tirkiye) dijminatiya Xwedê dikin û ola Îslamê xistiye bin lingên siyaseta xwe. Her wiha wek gelê Kurd daxwaza mafên xwe dikin û ev mafên rewa ne di ola îslamê de û ayetên Qurana pîroz nîşaneya vê ne.”
Ji bo berjewendiyên xwe zarok û jin kuştin
Di dewama xîtabê de El-Qadirî got, Tirkiye bi rêya ajandeyên xwe hewl dide ji nû ve desthilata Osmanî di bin sîwana ola Îslamê de vegerîne û ji mafê xwe dibîne ku mirovan bike kole, zilmê li wan bike û wan bikuje. Wî got, ji ber vê jî êrişî gelê Bakurê Kurdistanê û Efrînê dike. Mele Şêx Mihemed El-Qadirî wiha behsa vê zilmê di dewamê de kir: “Her wiha jî zarok û jin kuştin û xaka wan jî dagir kir. Ev hemû binpêkirin ne ji bo aştiyê ne, lê ji bo berjewendiyên xwe ne. Şêniyên Efrînê Misilman in, hê jî Misilman in û bi Xwedê dizanin.”
Hûn li ku ne?
Meleyê mizgefta Qasimlo ya li Qamişloyê, Şêx Mihemed El-Qadirî îşaret bi wê yekê kir ku Erdogan ji bo berjewendiyên xwe yên ferdî amade ye ola xwe bifiroşe, mezheba xwe biguhere û heta rengê xwe jî biguhere û xwe biavêje ber lingên Rûsya û DYE’yê ji bo berjewendiyên xwe.
Di dawiyê de Mele Mihemed El-Qadirî bang li hemû zanyarên ola Îslamê li cîhanê û neteweya Îslamê kir û wiha dewam kir: “Hûn li ku derê ne, oldarên ola Îslamê ji bo kiryarên Tirkiyê bi navê Îslamê? Ka neteweya Îslamê li ku ye ji bo van binpêkirinên ku Tirkiyê bi navê Îslamê dike? Hûn li ku derê ne, Erdogan zarok û jinên me bi navê ola Îslamê dikuje, hûn li ku ne?”
Piştî bidawîkirina xîtabê, nimêja înê hate kirin.
ANHA / QAMIŞLO