
Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) û Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) dan xuyakirin, ku ji aliyê azadiya çapemenî û ramanê ve welatê herî zordar Tirkiye ye. Li gorî rapora rêxistinê, zêdeyî 100 endamên medyayê li Tirkiyeyê girtî ne û 41 ji van jî yekser ji ber karê xwe hatine girtin.
Di daxuyaniya RSF’ê de hat gotin, li gelmeperiya cîhanê 348 endamên medyayê girtî ne, ku piraniya van li Tirkiye, Çîn, Sûriye, Misir û Îranê girtî ne. Tevî 187 rojnamevanên profesyonel 146 nivîskarên blogê û û 15 xebatkarên medyayên din, girtî ne. Piştî Tirkiye herî zêde li Çînê xebatkarên medya girtî ne. Li Çînê 81 nivîskar bi giştî 103 endamên çapemeniyê girtî ne. Li Misirê jî 27 rojnamevan, li Sûriye 28, li Îranê 24 girtî ne. Li Misûlê jî 10 rojnamevan di destê DAIŞ’ê de girtî ne.
Berdevka Desteya Rêveber a RSF’ê Brîtta Hîlpert bibîr xist, ku navê Tirkiyeyê di nava welatên dijminê azadiya çapemeniyê de ye.
Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) jî rapora xwe ya sala 2016’an eşkere kir û Tirkiye weke welatê herî nebaş ê di nava welatên rojnamevan lê girtî ne, bi nav kir.Di rapora CPJ de bal hat kişandin ser rewşa Tirkiyeyê û hat gotin, “Li Tirkiyeyê zêdeyî 100 saziyên medyayê hatine girtin, zexteke giran li ser çapemeniyê heye û herî kêm 81 rojnamevan ji ber karê xwe girtî ne.”
ANF / BERLÎN