Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas RSF´ê bi daxiuyaniyekê, bi bîr xist ku di êrişa dewleta Tirk a li dijî karwanekî sivîlan herî kêm du rojnamevanan jî jiyana xwe ji dest daye û 8´ên din jî birîndar bûne.

Seroka maseya Rojhilata Navîn a RSF´ê Sabrina Bennoui got “Heger Tirkiye jiyan û karê rojnamevan misoger neke, Bakurê û Rojhilatê Sûrî rojnamevanên xwe ji dest bide, ev der wê veguhere kuneke tarî. Her rengê êrişa li dijî rojnamevanan bi hiqûqa navneteweyî bi hişkî qedexe ye.”

 

PARÎS