Hesen got, Tirkiye dixwaze bi destên komên wekî Sultan Murad, DAIŞ û Cebhet El-Nusra jî komên girêdayî Artêşa Azad tine bike.
Ebû Hesen, derbarê bûyerên dawî yên li herêma Babê ku piraniya şêniyên wê Kurd in, hewldanên Tirkiyeyê yên li herêmê û hin komên nêzî Tirkiyeyê de ji ANHA’yê re axivî.
Ebû Hesen diyar kir ku bi taybetî di serdema rêjîma Baasê de, di çarçoveya pêkanîna plana “kembera ereban” de gelek malbatên Ereb û Turkmen anîne herêmê û wiha dewam kir: “… welatiyên herêmê heta niha çanda xwe parastine û bi zimanê kurdî diaxivin. Ji sedî 70 ji welatiyên bajarokên El-Rahî û Qibêsîn û derdora wan ji pêkhateya Kurd in.”
‘Çeteyên DAIŞ’ê û Tirkiyeyê li hev kirine’
Ebû Hesen anî ziman ku îstixbarata Tirkiyeyê û çeteyên DAIŞ’ê ji bo guhertina demografiya herêmê li hev kirine û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ku planên xwe li herêmê bimeşînin, tevî ku ti erdên Turkmenan li vir nînin jî, herêm wekî herêmeke Turkmenan bi nav kirin. Dewleta Tirk bi hevkariya çeteyên DAIŞ’ê welatiyên resen ên herêmê koçber dike û li şûna wan alîgirên xwe bi cih dikin.”
‘Siyaseta Tirkiyeyê eşkere bû’
Ebû Hesen got: "Herî dawiyê hikûmeta Tirkiyeyê bi hevkariya çeteyên DAIŞ’ê, Cebhet El-Nusra û tabûra Sultan Murad bi zora çekan hewl dida ku herêmê dagir bike. Ev yek piştî ku çeteyên DAIŞ’ê gelek deverên ku dagirkiribûn radestî hin tabûrên girêdayî îstixbarata Tirkiyeyê kirin, zêde eşkere bû."
Çeteyan 67 kurd revandin
Hesen destnîşan kir ku çeteyên DAIŞ’ê herî dawî 67 welatiyên Kurd ji gundên Şêx Cerah, Şedûdê û bajaroka Qibêsînê yên herêmê revandine û got: “Heta niha çarenûsa wan nehatiye zanîn. Ev yek jî nîşana hevkariya çeteyên DAIŞ’ê û hikûmeta Tirkiyeyê ye. Siyasetên xwe yên guhertina demografiya herêmê bi destên çeteyan li herêmê dimeşîne.”
Bêtirî 130 gundên Kurdan û 15 gundên Turkmenan
Hesen anî ziman ku ji devera ku ji Ezazê heta Babê ye herî kêm 130 gundên kurdan hene, li bajarokên Til Eran, Til Hasil û Qibêsîn û gundên wan 100 hezar Kurd hene û li heman deverê bi tenê 15 gundên Tirkmenan hene.
‘Dixwazin Artêş Azad tine bikin’
Ebû Hesen derbirî ku di dema dawî de hikûmeta Tirkiyeyê bi hênceta ku dê şerê çeteyên DAIŞ’ê bike hewl dide raya giştî bixapîne û got: “Tabûra Sultan Murad serweriya xwe li herêmê zêde kir û tabûra Mihemed El-Fatih jî ji parêzgeha Idlibê ber bi herêma Ezazê ve çû û xwe wekî Artêşa Turkmenan bi nav kirin. Lê di rastiyê de di nava van tabûran de tenê ji sedî 10 ji pêkhateya Turkmen in û bi vê yekê hewl didin tabûrên nerm ên girêdayî Artêşa Azad tine bikin.”
Hêzekê ji welatiyên herêmê
Ebû Hesen di berdewama axaftina xwe de got: “Artêşa Şoreşgeran ji bo berxwedana li dijî çeteyên DAIŞ’ê û rêjîma Baasê hatiye avakirin. Di nava Artêşa Şoreşgeran de hemû pêkhateyên herêmê cih digirin û li gelek herêmên Sûriyeyê yên wekî Hema, Humis û Helebê hatiye birêxistinkirin û li dijî rêjîma Baasê û çeteyên DAIŞ’ê li ber xwe dide. Armanca me avakirina artêşeke niştimanî ye ku hemû pêkhateyên Sûriyeyê ji hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê û rêjîma Baasê biparêze.”
Ebû Hesen di dawiya axaftina xwe de got, “Di vê dema dawî de hevgirtina welatiyên herêmê ku ti carî dagirkeriya çeteyên DAIŞ’ê û Tirkiyeyê qebûl nakin, bi şervanên me re zêde bûye û bi vê yekê hemû plan û komployên hêzên tarî wê pûç bibin. Niha ew dixwazin me ber bi şerekî ve bikişînin. Lê em jî di demekê de ne ku em dixwazin li dijî çeteyan şer bikin.”
DAIŞ gundên kurdan dide MÎT´ê
Hevserokê Meclîsa Babê Îsmaîl Mûsa diyar kir ku komên çete yên DAIŞ’ê welatiyên Kurd ji herêma Babê direvînin û didin koçberkirin û got: “Çeteyên DAIŞ’ê gundên Kurdan ên Babê radestî komên çekdar ên bi destê îstîxbaratên Tirkiyê avakirî dikin.”
Mûsa da zanîn ku komên çete yên DAIŞ’ê bi dehan welatî bê ser û ber kirin û got: “Herî dawî jî beriya hefteyekê nêzî 100 kesên Kurd ji gundên Kurdan revandin. Heta niha çarenûsa wan kesan ne diyar e.”
Kesên rûgirtî bi ser gundên Til Cerci, Qeir Kelbîn, Şedûd, Numan, Şêx Ceraar, Belîx û Til Betal ên Babê de girtine ku hemû şêniyên van gundan Kurd in û ew revandin. Li gorî Mûsa DAIŞ Kurdan wekî mertalên zindî li eniyên Rojhilat û rojavayê bajarokê Marî bi kar tîne.
Mûsa, destnîşan kir ku komên çete bi kiryarên xwe yên revandin û qetilkirin Kurdan ji herêmê dixwazin demografiya herêmê biguherin û armanca wan a sereke jî ew e ku kantonên Rojava negihêjin hev.
Herêma Babê di navbera Ezaz û Cerablusê de ye. Li vê herêmê qederê 200 gundên Kurdan hene. Dema Şoreşa Sûriyê veguhezî şer tabûrên Artêşa Azad ên wekî Cebhet El-Ekrad û Lîwai El-Tewhîd herêm xistin bin kontrola xwe. Hingê Meclîsa Gel a Herêma Babê hate avakirin. Piştî ku çeteyên DAIŞ’ê herêm dagir kirin melcîs ji herêmê hate derxistin.
SILÊMAN EHMED/AZÎZ KOYLUOGLU/ANHA / EFRÎN