ŞERÎF EL-EBO / ANHA / MINBIC

Elaqedarî herêma ewle li Bakurê Sûriyê û îdîayên Tirkiyeyê ku ew ê çavdêriya herêmê bike, hiqûqnas Mihemed Berkel got, “Naveroka herêma ewle ya li gorî timayên Tirkiyeyê, tê wê wateyê ku çeteyên Cebhet El-Nusra derbasî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin da ku ewlehiya Tirkiyeyê biparêzin!”

Berkel li ser mijarê got, “Qanûnên navdewletî û her çar hevpaymanên ku li Cenevreyê di sala 1949’an de hatine mohrkirin û heta protokolên girêdayî wan ên sala 1977’an, tiştek bi navê herêmên ewle nehatiye bibîrxistin. Tenê herêma bêçek, korîdorên ewlehiyê û herêma ferzkirina qedexeya li firîna balafiran hene.”

Berkel da zanîn ku têgeha nû ya herêmên ewle ku Tirkiye pêşniyaz dike, ne li gorî herêma ewle ya qanûna navdewletî ye û wiha îşaret bi bi wê yekê kir ku bi “herêma ewle” ya Tirkiyeyê, Tirkiye dest werdide Sûriyê: “Ev jî li gorî qanûnên navdewletî binpêkirina serdestiya Sûriyê ye û ji têgeha ‘herêmên ewle’ dûr dikeve.”

Berkel nimûneya zindî ya têgeha Tirkiyê ya herêma ewle bi bîr xist û got: “Tirkiye li gorî têgehên xwe herêmên ewle dixwaze. Herêmên ewle li bakur û rojavayê Sûriyê ji Cerablus heta Bab, Efrîn û Idlibê xwest. Lê li wan herêman nakokî bi dawî nebûn. Bi ser de jî Tirkiyê terorîstên radîkal anîn herêmê.”

Bêyî biryara NY´yê ne mumkin e

Mihemed Berkel teqez kir ku têgeha Tirkiyeyê ya “herêma ewle”, dagirkirina herêmê ye û nayê wateya herêma ewle: “Armanca Tirkiyeyê li herêmê diyar e. Tirkiye bi îdîaya parastina sivîlan bi navê ´herêma ewle´ dixwaze dest werde Sûriyê. Ji ber ku Tirkiye Kurdan wek xeterekê li ser ewlehiya xwe dibîne.”

Berkel teqez kir ku têgeha Tirkiyeyê ya herêma ewle li gorî qanûnên navdewletî nayê qebûlkirin û wiha peyivî: “Herêma ewle bêyî biryara Meclisa Ewlehiyê ne pêkan e.”

Berkel diyar kir ku di rewşa xwezayî de divê herêma ewle di navbera Kurd û Tirkan de be. Ji ber ku di dirêjahiya 7 salên şoreşê de û heta niha ji aliyê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve yek gule ber bi Tirkiyeyê ve nehatine avêtin û: “Bakur û Rojhilatê Sûriyê jixwe herêmeke ewle ye”.

Berpirsiyariya civaka naveteweyî heye

Di nav gotinên xwe de Mihemed Berkel teqez kir ku ji civaka navdewletî tê xwestin ku li hemberî timayên Tirkiyeyê berpirsyariyên xwe bi cih bîne. Berkel navaroka herêma ewle ya li gorî têgeha Tirkiyê ya taybet û timayên wê jî weke ta bi derziyê ve bike, wiha rave kir: “Ev herêm tê wateya ku çeteyên Cebhet El-Nusra derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyê bibin da ku qaşo ewle bibe!”

Di dawiyê de Mihemed Berkel got, dewletên ku dest werdidin Sûriyê ne rêxistinên mirovî ne, li berjewendiyên xwe digerin, lê dîsa jî heger ew dewlet herêma ewle bi têgeha xwe ya rastîn pêk bînin, dê hêrsbûna di navbera Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Tirkiyeyê de bi rêya derbasbûna hêzên navdewletî û avakirina nuqteyan li ser sînor li gorî qanûnên navdewletî rawestîne.