Bertekên li hemberî bombebaranên ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve di 16'ê Çile de li ser Herêmên Parastina Medyayê pêk hatîn, berdewam dikin. Derbarê mijarê de Parlamenterê Iraqê yê li ser lîsteya Refîden a Xiristiyanan Îmad Yuxînna daxuyanî da û diyar kir ku ji ber bombebaranên balafirên dewleta Tirk ji gundê Şeranişê yê Zaxo bi dehan malbatên Xiristiyan bi neçarî koçî Zaxo kirine.
Neçarî koçberiyê kir
Îmad Yuxînna diyar kir ku kiryarên Tirkiyeyê midaxalekirina mafê serweriya Iraqê ye û derbarê mijarê de Tirkiye hişyar kir. Yuxînna destnîşan kir ku gundên hatine bombebaran kirin yên gelê Xiristiyan tê de jiyan dikirin û ti peyweniya xwe bi PKK'ê re nîne. Her wiha Yuxînna got ku Tirkiye bi van nêzîtakiyên xwe gel neçarî koçberkirinê dike.
Îmad Yuxînna ragihand ku ji ber lewazbûnên dîplomatîk ên Iraqê, li hemberî van nêzîkatiyên Tirkiyeyê tedbîrên pêwîst nehatine girtin û got: "Dîplomasiya Iraqê kar nake, lewaz e. Ji ber ku dîplomasî nayê kirin, li hemberî van êrîşên Tirkiyeyê tedbîr jî nayê girtin. Divê civaka navnetewî ji bo parastina sînorên Iraqê û destwerdana navxweyî ya Iraqê ewlehiyê bigre û rêz ji mafê serweriya Iraqê re bêgirtin."
Parlementer Yuxînna bi bîr xist ku li gundê Şeranişê bi giştî 37 malbat lê dimînin, ji wan malbatan 8 ji ber êrîşên DAIŞ'ê ji Mûsilê koçber bûne û diyar kir ku Tirkiye bi van êrîşên xwe gel neçar dike, koçî derveyî welat bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN