Di rûniştina destpêkê ya sibehê de Arne Konig anî ziman ku, 9 sale erkê serokatiya EJF’ê dike û weke rojnamegerekî li Ewropa û cîhanê li dijî azadiya fikir û çapemeniyê pêkotî zêdebûn. Konig anî ziman ku ne tenê li welatên dîktator li welatên demokrat jî zextên li ser rojnameger û çapemeniyê zêdebûne.
Konig destnîşan kir ku, di nava welatên Ewropayê de welatê ku herî zêde binpêkirinên azadiya fikir û çapemeniyê lê rû didin Tirkiyeye û got: “Li Tirkiyeyê her roja ku diçe rewş xirabtir dibe. Tirkiye welatê ku di cîhanê de herî zêde rojnameger xistine girtîgehê ye. Rojnameger bêy ku delîl hebin, li ser sûcdariyên bêbingeh, cezayên giran lê dibirin. Di rojên borî de ji bo 4 rojnamegeran bi giştî 3 hezar sal cezayê girtîgehê lê birîn.”
Hate diyarkirin ku piştî rojnameger ji aliyê siyasetmedaran ve têne hedef girtin, ji aliyê patronên çapemeniyê ve têne derxistin, her wiha anî ziman ku, sendîka û rêxistinên azadiya fikir û çapemeniyê ya desthilatdariya AKP’ê rexne dikin, bi helwestekî êrîşkar nêz dibe.
Konig da zanîn ku dema serokê niha yê EJF’ê Mogen Blicher-Bjerregard rojên borî mijar anî rojeva Brukselê rastî êrîşa gotinî ya wezîrekî AKP’ê hat û bilêv kir ku tiştekî zelal xuya nake ku Tirkiye pêşiya binpêkirinên azadiya fikir û çapemeniyê bigire.
Rojnameger Martin Schibbye ku li Etiyopyayê ji aliyê leşkeran ve hate gulebarankirin û 15 mehan girtî ma, da diyarkirin ku bi dehan rojnamegerên rejimê rexne dikin li girtîgehanin û êrîşên li welatê Efrîkayê ên li dijî rojnamegeran mînak da û got, li welatê Tirkiyeyê ku xwe weke welatek demokrat dibîne û dixwaze bibe endamê Yeketiya Ewropayê jî heman rewş didome.
STOCKHOLM