
Operasyona Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) a rizgarkirina gundewarên Şeddadê bi awayekî serketî dewam dike, li derdora bendava Tiştrînê jî êrîşên çeteyan hemû şikestin. Di şer de herî kêm 57 çete hatin kuştin.
Li eniya başûrê Holê di şerê dijwar ê li gundê Taga de li gundewarê Şedadê de 8 çete hatin kuştin. Çar çeteyên bi motosîkletên bombebarkirî ku hewl dan ji gundê Becdalê êrîşî gundê Awal ê rizgarkirî bikin, ji aliyê şervananên QSD´ê ve hatin kuştin û motosîkletên wan jî hatin rûxandin.
Li eniya Çiyayê Kizwanan jî di encama şerê dijwar ê li gundê Edlatehtanî de 15 çete hatin kuştin û maşîneyeke bombebarkirî ji aliyê şervanên QSD’ê de hat teqandin.
Li gundê Ûwena jî di encama şerekî giran ê di navbera şervan û çeteyan de 22 çete hatin kuştin. Bi vî awayî li gundewarên Şedadê doh û pêr herî kêm 49 çeteyên DAIŞ´ê hatin kuştin.
Serçeteyek hat girtin
Hêzên QSD´ê di çarçoveya hema operasyonê de li gundê Xeriz, serçeteyê bi navê Ebû Xetab El-Kezexî girt.
Doh danê sibehê, li gundê Xeriz ê li başûrê herêma Şedadê, di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û çeteyên DAIŞ’ê de, şerekî dijwar rû da. Di encama şer de, şervanên QSD’ê serçeteyekî bi navê Ebû Xetab El-Kezexî bi awayekî birîndar girt. Serçeteyê ji ling û serê xwe ve birîndar, rakirin nexweşxaneyeke leşkerî ya li herêmê.
Ebû Xetab El-Kezexî yek serçeteyên DAIŞ’ê bû ku li herêma Şedadê dima. Piştî ku Şedadê hat rizgarkirin, ew ji wir reviyabû û di şerê li gundê Xeriz bi birîndarî hat girtin.
Li derdora Bendava Tişrînê 8 çete hatin kuştin
Di encama şerê li derdora Bendava Tişrînê ê di navbera şervanên hêzên QSD’ê û çeteyên DAIŞ’ê de jî 8 çete hatin kuştin.
Pêr bi şev seat 21.30’an, çeteyên DAIŞ’ê ji 4 aliyan ve êrîşî çeperên Şervanên QSD’ê yên li gundê El-Sadîn ê li başûr rojavayê Bendava Tişrînê kirin. Şervanên QSD’ê bersiva êrîşan dan û di encamê de şerekî giran rû da.
Nûçegihanên ANHA’yê yên li cihê meydana şer qewmînan dişopînin ragihandin ku şerê şeva din qewimî, çend seatan dewam kiriye. Di encamê de 8 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin. Her wiha çekek doçka ya çeteyan jî hatiye desteserkirin.
Li heman deverê şer carcaran dewam dike.