
SERKAN DEMÎREL / ANF / CENEVRE
Di raporeke Neteweyên Yekbûyî de hat ragihandin ku bi veguherîna bajaran a li herêmên Kurdan ên Tirkiyeyê re, rewşa etnîk, civakî, çandî û demografîk tê guhertin.
Rapora ji aliyê raportorên taybet ên Neteweyên Yekbûyî (NY) Annalîsa Cîampî û Koûmboû Boly Barry ve hat amadekirin, pêşkêşî Rûniştina 35. a Mafên Mirovan a NY´yê hate kirin. Di raporê de hat gotin, rûxandina cihên şên ên herêmên Kurdan ji sala 2015'an û vir ve dewam dike û bi rewşa etnîkî, civakî û demografîk a vê herêmê tê lîstin.
Ji bo binpêkirina mafan Tirkiye nimûne ye
Di Rûniştina 35. a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî de, rexneyên li Tirkiyeyê dewam dikin. Raportorên Taybet ên NY´yê Annalîs Cîampî û Koûmboû Boly Barry diyar kirin ku li Tirkiyeyê gef li mafê kombûn û rêxistinbûnê tê xwarin û hikûmeta AKP'ê hişyar kirin.
Rûniştina 35. a Mafên Mirovan a Konseya Bilind a Mafên Mirovan, ku pêr danê sibehê li buroya NY´yê ya li Cenevreyê dest pê kir, bi nîqaşên li ser binpêkirina mafên mirovan ên li welatan, qediya.
Di beşa dawî ya rûniştinê de Raportorên Taybet ên NY´yê Annalîsa Cîampî û Koûmboû Boly Barry rapora xwe ya li ser binpêkirina mafê kombûna aştiyane û rêxistinbûnê yên li welatan, eşkere kir.
Di raporê de hat destnîşankirin ku li gelek welatan mafên kombûnê û rêxistinbûnê tên binpêkirin û bal hate kişandin ser Tirkiyeyê.
Mafê kombûnê li Tirkiyeyê tê binpêkirin
Di raporê de hat ragihandin ku li Tirkiyeyê xetereke mezin li ser mafê kombûn û rêxistinbûnê heye û raportoran wiha dewam kir: "Parêzvanên mafên mirovan, siyasetvan û mirovên bi rengekî qanûnî ji bo mafên xwe dadikevin kolanan, zexteke mezin li wan tê kirin."
Raporê di dewamê de da zanîn ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, li Tirkiyeyê di bin navê têkoşîna li dijî 'terorê' de pêşî li gelek maf û azadiyan hatiye girtin. Raporê wiha dewam kir: "Li welêt, gelek organên weşanê û çapemeniyê ku di warê krîtîk de wezîfe dikirin, hatin girtin. Gelek rojnamevan, akademîsyen, nûnerên saziyên civaka sivîl û mafên mirovan hatin girtin, yan jî karê wan ji destê wan hate girtin. Li ser vê mijarê, ji gelek saziyên civaka sivîl ên li welêt, agahiyên taybet hatin girtin."
Ji bo nebêjin qirkirin gotin "guherandina demografîk"
Di raporê de balkêş bû ku komkujiya deleta Tirk li Sûrê kirî jî cih girt û wê destnîşankir ku li dijî mirovên dixwazin li Sûrê li hemberî rûxandina xanî û malên xwe dakevin qadan, qanûnên têkoşîna li dijî 'terorê' tên bikaranîn.
Raporê got, "Gelek îdîa tên û li gorî van îdîayan, ji sala 2015'an û vir ve bi taybetî li Sûrê, li gelek herêmên ku nifûsa Kurdan lê zêde ye, avahiyên dîrokî, cih û war hatine xerakirin." Di dewama raporê de hat ragihandin, bi veguherîna bajaran û projeyên cemawerîkirinê re li van herêmên navbirî rewşa etnîkî, civakî, çandî û demografîk tê guhertin."
'Divê maf bên parastin'
Di raporê de bang li hikûmeta Tirk hate kirin ku mafê kombûnê û rêxistinbûnê biparêze û hat gotin, "Em tînin bîra rayedarên dewleta Tirk ku divê mafên parezvanên mafên mirovan, siyasetvanan û kesên dixwazin ji bo çalakiyên aştiyane dengê xwe bilind bikin, bên parastin. Em bang li rayedaran dikin, ku li gorî berpirsyariyên navneteweyî tevbigerin."