Di roja 14’an a çalakiya şêniyên Girê Spî ya konvedanê de, peyama, Tirkiye hemû xelkên Sûriyê û projeya demokratîk dike hedef hat dayîn.
Çalakiya şermezarkirina gefên Tirkiyeyê ya şêniyên kantona Girê Spî di roja 14’an de dewam dike. Tevî sermayê, bi sedan şêniyên kantona Girê Spî di konê çalakiyê de ku li nêzî sînorê bi Bakurê Kurdistanê re ye li taxa El-Minbiteh hatiye vedan, destwerdanên ji derve li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê red dikin.
Îro şandeyek ji bajarên Tebqa û Reqayê serdana konê çalakiyê kir ku destekdayîna xwe ji çalakvanan re diyar kir. Di çalakiyê de bi navê jinên bajarê Tebqayê Hûda El-Ewan axivî û got, “Tirkiyê hewl dide herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ber bi tariyê ve bibe.”
Hûda El-Ewan nerazîbûna xwe li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê teqez kir û diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyê hemû pêkhateyên herêmê û projeya demokratîk dike hedef.
ANHA / GIRÊ SPÎ