Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî bi raporekê da zanîn ku li Efrîna dagirkirî mafên mirovan di asteke metirsîdar de tên binpêkirin û destnîşan kir ku Tirkiyeya dagirker ji vê yekê berpirsyar e. Li gorî raporeke Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, şêniyên Efrînê ji wan re gotiye, binpêkirina mafên mirovan ên bi destê komên çekdar ên Tirkiyeyê, zêde dibin. Di raporê de hate gotin, “Hêzên çekdar ên Tirk xwe ji van binpêkirinan re kerr û kor dikin. Destgîrkirina kêfî, windakirina bi darê zorê, desteserkirin û talankirina mal û milkê welatiyan, çendek ji van binpêkirinan in.” Tirkiye ji sûcên li dijî mirovahiyê berpirsiyar e Rêxistina Efûyê ragihand ku çete û hêzên dagirker ên Tirk dest danîne ser dibistanên li Efrînê û nahêlin ku bi hezaran zarok perwerdeya xwe bidomînin. Midûra lêkolînên Rojhilata Navîn a Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî, Lynn Maalouf got, “Operasyon û dagirkeriya artêşa Tirk, êşa şêniyên Efrînê ku bi salan e bûne mexdûrê şerê kujer, zêde dike.” Rêxistinê bang li Enqereyê kir ku tavilê dawî li binpêkirina mafên mirovan bîne û destnîşan kir ku Tirkiye ku weke ‘hêza dagirker bi nav dike’ ji bûyerên li Efrînê diqewimin, berpirsyar e. LONDON