Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê ragihand ku li Idlibê di rojekê de 462 êrişen hewayî û bejahî hatine kirin û gelek kes diu êrişan de mirine.

Piştî ku dewleta Tirk bi çeteyên xwe ji bo seferên talanê berê xwe da Rojavayê Kurdistanê, temamê Idlibê xasma bereya di navbera artêşa ser bi Şamê û çeteyên El-Qaîdeyê (îro bi navê Heyet ul-Tehrîr aş-Şamê -HTŞ) de kete nava agirê şerî. Gelek aliyên li deverê radigihînin ku dewleta Tirk ji çeteyan re gotiye wan û Rûsan nekariye li hev bikin û bila ev kom haziriyên xwe yên şer bikin. Ev mesele li aliyekî, êrişên hewayî yên Şamê û balefirên Rûsyayê li gorî berê zêde zêde bûne.

Bi ya Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) 462 êrişên hewayî li dijî başûr û rojhilatê Idlibê ji êvara pêncşemê heta înê danê sibehê bi rê ve çûne. SOHR dide xuyakirin ku ji komên çete yên li Idlibê herî kêm 38 kes mirine û 29 leşkerên rejîmê û 17 kesên piştevanên rejîmê jî di şerên li ser bereyê de hatine kuştin.

SOHR´ê wekî din da zanîn ku Pêrşemê di bombebaranê de 11 kes mirine û ji van 2 jin û yek jî zarok bûye.Li gorî agahiyên piştrastnekirî, hêzên Şamê gundên Um Celal, Um El Tîwene, El Rabîa, El Şara ên rojhilatê başûr ê Idlibê bi dest xistine.

 

NAVENDA NÛÇEYAN