Hikûmeta AKP’ê ji bo destkeftiyên rojavayê Kurdistanê ji holê rakie çi ji destê wê tê dike. Hikûmeta AKP’ê ji rêxistinên xwefiroş komên çete avakirin û ji ser sînorê Serêkaniya serxetê dişîne Rojava. Heta niha bi sedan endamên komên çete ji hêla şervanên YPG’ê ve hatin kuştin. Ji ber ku YPG’ê qira komên çete anî, Tirkiye êdî nikare endaman ji komên çete re peyde bike. Ji ber vê yekê di nav wan de leşker jî hene gelek kesên ku di salên 90’î de wekî tetîkêş hatin bikaranîn, li ser navê komên çete dişîne Serêkaniya binxetê. Hefteya borî endamên ku hatibûn kuştin ji bo nekeve destê gel li cihê bûyerê şewitandin. Ev jî gumana ew kesên ku hatin şewitandin leşkerên artêşa Tirk in anî bîra mirovan. Niha derket holê ku ew kesên ku dihatin şewitandin leşker û endamên kontra ne.
7 kesên din şandine
Hat zanîn ku hikûmeta AKP’ê ji navçeya Hênê ya Amedê 7 kesên ku tê gotin di salên 90’î de endamên kontra bûn, tevli komên çete kirine. Ev bûyer bi agahdakirina malbata Mahmut Akyildirim derket holê. Li gorî agahiyan, kesên nasnameya wan nediyar li Raîf Akyildirim ê ku li Hênê rûdinê geriyan û jê re gotin ku kurê Mahmut Akyildirim 3 roj beriya niha di pevçûna li Serêkaniyê de hatiye kuştin û biçe cenazeyê kurê xwe wergire. Lê nehate gotin ka dê cenaze ji ku derê bê girtin. Li ser vê yekê kurê wî yê mezin Sabrî Akyildirim bi 3 kesên din re çû Serêkaniyê. Hat hînbûn ku 6 kesên din ên bi navê Nurullah Avci, Îbrahîn Bîlge û Îbrahîm ê ku paşnavê wî nehat zanîn ji Hênê çûne Serêkaniyê.
Di destê YPG’ê de ye
Şervanên YPG’ê ku li Serêkaniyê ev 10 roj in bi komên çekdar şer dike, şevê din li derveyî bajar, li ser riya Hesekê, Tiltemir û Tel Xelefê li dijî baregehên van koman çalakiyên hemwext li dar xistin. Di heman saetan de li taxa Mehetê ku komên çekdar lê dimînin jî operasyon hate lidarxistin, di encama van çalakiyan de kontrola bajar sedî 90 ket destê YPG’ê. Hat hînbûn ku şervanên YPG’ê li ser riya Hesekê 3 wesayîtên komên çete rûxandine. Der barê mirî û birîndarê wan de agahî nehat bidestxistin. Di van çalakiyan de gelek endamên koma çete hatine kuştin.
4 çete hatin kuştin
Di demên dawî de endamên Artêşa Azad dest bi wêrankirina malên Rojava kirine. Heta niha endamên girêdayî Xalid Ebeyd El Xelîl tu endamekî Artêşa Azad e êrîşî gelek mala kirine. Hat diyarkirin ku 4 endamên komên çete yên girêdayî Artêşa Azad hewl dan ku li mala kesê bi navê Yûsif ê li gundê Til Ebûdê ye wêran bikin. Endamên komên çete xwediyê malê Yûsif qetilkirin. Şervanên YPG’ê bi lezgînî xwe gihandin hawara malbatê û êrîş birin ser komên çete. Di encama êrîşa şervanên YPG’ê de 4 endamên koma çete hatin kuştin.
ANF/SERÊKANIYÊ
Mahmut Akyildirim ê tarî
Aşkere bû ku Mahmût Akyildirim ê ku li Serêkaniyê di şerê li dijî YPG’ê de cih girt û hate kuştin, di nava Tevgera Hêzên Weparparêz a ku di bin kontrola leşkeran de li Amedê hatibû avakirin de cih girtiye. Hat diyarkirin ku Akyildirim piştre bi komên îslamî yên radîkal re têkilî daniye û yek ji 30 kesên ku ji Tirkiyeyê bo Rojavayê Kurdistanê hatin şandin bû.
Aşkere bû ku ji çeteyên li Serêkaniyê di şerê di navbera YPG û komên çete yên bi desteka Tirkiyeyê êrîş dikin de hatine kuştin, yek ji navçeya Hênê ya Amedê ye û navî wî Mahmut Akyildirim e. Kesên li malbata Akyildirim geriyan, jê xwestin ku biçin cenazeyê xwe bigirin.
Li gorî çavkaniyên ANF’ê pêre hevdîtin pêk anîn, herî kêm 30 kesên ji Êlih û Çewlikê şandine Sûriyeyê. Çavkaniyê da zanîn ku Akyildirim bi komek ji Çewlikê re ev demek dirêj e ku di nava têkiliyên tarî de ye û ev agahî da:“Demekê li Amedê Tevgera Hêzên Welatparêz hebû. Di nava vana de hin kesên ji Çewlik û Amedê di nav de hebûn. Lê bi temamî di bin kontrola leşkeran de bûn. Niha jî bi navê tevgerên radîkal ên Îslamî tevdigerin. Lê bi temam di bin kontrola leşkeran de ne. Ez dizanim ku komek ji Çewlikê du sal berê tevî leşkeran tevlî operasyona li herêma Xorxol-Şêx Cima bûne. Bi dehan kesên ku sala par bi vî awayî çûn Sûriyeyê hene. Hin kesên ji bajarên rojava (Tirkiye) anîne û di bin navê ‘cîhadê’ de şandine. Evane bi temamî di bin kontrola leşkerî de ne.“
Li gorî çavkaniyên Kurdan jî, gelek kesên mîna Akyildirim ji aliyê artêş û îstîxbarata Tirk ve şandine Rojavayê Kurdistanê. Hate diyarkirin ku dixwazin van kesan li dijî hêzên YPG’ê bi kar bînin.
AMED